Li Belçîka di salekê de 97 kesan ser şiba tirenê întixar kirine
11:40
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin, ku li Belçîkayê di sala 2014'an de 97 kesan xwe avêtine ser şiba trenê û xwe kuştine.
Li gorî daneyên rojnameya Avenir'ê, hejmara mirovên di sala 2014'an de xwe avêtine ser şiba trenê û dawî li jiyana xwe anîne, hema hema bi qasî hejmara yên sala 2013'an de ku par 95 kesan bi vî rengî xwe întixar kiribûn. Di sala 2012'an de 102 kesî xwe avêtibûn ser şiba trenê û dawî li jiyana xwe anîbûn. Hejmara hewldanên xwekuştinê jî zêde bûn. Di sala 2013'an de 63 kesan hewl dan xwe bikujin, di sala 2014'an de ev hejmar derket 103 kesan. Li gorî kargeha Infrabel a rêyên hesinî bi rêve dibe ragihand, ku hewldanên întixarê rê li ber birîndarbûna giran a 23 kesa vekiriye.
(zt)
