Fîlmê Messî yê Bexdayê xelata 50’an wergirt
11:49
JINHA
WASHINGTON - Fîlmê "Messî yê Bexdayê" ku ji aliyê derhênerê Kurd ê Belçîkî Sahîm Omer Halîfa ve hat çêkirin, xelateke din stend.
Fîlm li Festîvala Fîlman a Navneteweyî a Îrvîn a li DYA, hêjayî xelatata fîlmê herî baş ê demkurt hat dîtin. Li gorî Fonên Televîzyon û Radyo ya Flaman, ev xelat xelata 50’an ji fîlmê Messî yê Bexdayê re hatiye dayîn e. Fîlm li Başûrê Kurdistanê tê lîstin. Di fîlm de zarokê bi navê Hamûdî, mîna zarokên din ên li gundê xwe heyranê futbolê ye. Hamûdî bi taybetî jî heyranê lîstikvanê navdar Lîonel Messî ye. Di fîlm de, beriya maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a navbera Barcelona û Manchester United de, televîzyona malbata Hamûdî xera dibe. Hamûdî ji bo tamîrkirina televîzyonê, bavê xwe qeneh dike.
Fîlm di sala 2013'an de li Festîvala Fîlmên Kendavê ya Dûbaî, di promiyera cîhanê de hat temsîlkirin.
Fîlm heta roja îro li gelek welatên cîhanê yên weke Çîn, Îran, Iraq, Swîsre, Fransa, Polonya, Misir, Îtalya, Elmanya û Ermenîstanê, xelat stend.
(zt)
