YPG li gundên Kobanê operasyonên xwe didomîne

11:53

 


JINHA


KOBANÊ – Piştî ku şervanên YPG û YPJ’ê navenda Kobanê rizgar kirin li gundên Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonên xwe didomîne û gundê Gulmetê ji çeteyan hate paqijkirin. 

Şervanên YPG û YPJ’ê piştî ku navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizkar kirin, operasyonên xwe ji bo rizgarkirina gundan didomînin. Duh li başûrê rojhilatê Kobanê gundê Helînceyê ji çeteyan hate paqijkirin û bi şev j îli başûrê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gunê Gulmet, Aşxaneya Seyran û Salona Dawetê Newrozê ji çeteyan paqjkirin. Dİ çarçoveya operasyonan de hate hinbûn ku 10 çete hatine kuştin û wesayîteke zirxî û bataryayekî fuzeya katuşayê hatine desteserkirin. 

Lİ aliyê din li gundê Helînceyê ku ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hate rizgarkirin cenazeyên 10 çeteyan jî ketiye destê şervanên YPG û YPJ’ê. Operasyona hêzên YPG û YPJ’ê li gundê Mînaz ê başûrê rojavayê Kobanê ye jî didome. 

(zt)