Malbatên nexweşên SSPE ê bêzar in

11:59

 


Nurcan Yalçın / JINHA


AMED - Subakut Sklorezan Panansefalît  (SSPE ) di mejiyê mirovan de nexweşiyek ji mîkroba sorikan çêdibe heye û herî zêde di zarokan de tê dîtin. Ji ber  ku tedawiya vê nexweşiyê tune nexweşên zarok ên SSPE' yî bi êş kişandinê terkî mirinê  dibin. Dayika yek ji wan zarokan  Zarîfe Delîbalta ji ber ku heta niha tu kes hawara wan nebihistîye îsyan kir û got: “Ev dijî mirovahiyê ye.”


Nexweşiya - Subakut Sklorezan Panansefalît  (SSPE ) wek tê zanîn bi sedema vîrûsa sorikan di mêjûyê de derdîkeve. Nexweşiya SSPE di cîhanê de herî zêde li Tirkiyê tê dîtin. Li gor hejmarên fermî li Tirkiyê nêzî hezar û 500, li Bakurê Kûrdîstanê jî nêzî 700 zarok bi vî nexweşiyê ketiye. Kesên pîspor jî anîn ziman ku  li Tirkiyê  di nava  du rojan de yek kes ji ber nexweşiya SSPE jiyana xwe ji dest dide. Malbatên nexweşan jî ji ber ku tedawîya vê nexweşiyê tune û serî de Wezareta Tenduristiyê û  sazîyên din yê dewletê  bi wan re eleqedar  nabin  bêzar bûne. Zarokên  nexweş yê SSPE'yî  ku li Nexweşxaneya Zarokan ya Amedê  de  dimînîn di  jûrên du kesan de tevlî refaqatdarên xwe 10 kes  dimînin. Ev dide xuyakirin ku  zarokên nexweş  tevlî malbatên xwe  terkî mirinê   dibin.


Remzîye Koydûr  ya 15 salî ku çar sal berê bi nexweşiya SSPE'yî ketiye ji navçeya Siwêreka Rihayê anîn Nexweşxaneya Zarokan ya Amedê. Dayika Remzîye, Meryem Koydûr anî ziman ku, heta niha cih nemaye keça  xwe lê gerandiya, heta Serokwezîr Ahmet Davutoglu re ji axiviye lê alîkariyek  pêş neketîye. Dayika Meryem axaftina xwe wiha domand: ''min  ji bo başbûna keça xwe alîkariya îlacan û tedawîyê xwest. Serokwezîr soza alîkariyê da lê vê pêk ne anî. Li Enqerê  em gelek nexweşxaneyan geriyan lê ji me re gotin çareseriya vê nexweşiyê  tune. Ji ber ku kesekî me jî tune ez neçar mam bi dergûşa xwe ya 40 rojî re li vî jûreya nexweşxaneyê bi 10 kesan re bimînim.Ne dewlet ne Wezareta Tenduristiyê  ne jî ûnîteya nexweşxanê alîkariya me nake. Ev çawa hemwelati ye çawa mirovahî ye?''   


'mîna garana  me di odeyan de didewisînîn' 


Ahmet Delîbalta ku 7 salîya xwe de bi nexweşiya SSPE'yê ketiye niha 14 sali ye. Ahmet, ku li gundê Qerejdaxê ya Amedê de  dijî heta niha ji ber vê nexweşiyê li nexweşxaneyên Dîlok, Riha û Amedê geriyaye. Dayika Ahmet, Zarîfe Delîbalta anî ziman ku heta  niha ne ji dewletê ne ji ji saziyên sivîl tû alîkarî negirtine û wiha berdewam kir:'' Zarokê min li vir bi 4-5 nexweşan re dimîne.Ji vî rewşa zarokên me yen ne baş dewlet berpirsyar e. Ên ku zarokên me kiriye vî halî jî xemsariya dewletê ye. Ev dijî mirovahiyê ye.'' 


'Mirina zarokê min bila bê êş be'


Yek nexweşên din yê di 10 saliya xwe de bi nexweşiya SSPE'yî ketiye jî Mîkaîl Cîhantîmûr e. Mîkaîl niha 15 salî ye.Dayika wî Nesîme Cîhantîmûr, bi hêsrên çavan îsyan kir û got: '' Ji bo zarokê me îlac tune çareseriya vê nexweşiyê ji tune lê daxwaza me ewe ku bila zarokên me di nexweşxaneyê de bi rezîlî nemrin. Mirina zarokên me bila bê êş be. Dibêjin ev êş ji derziya beyat derketiye holê. Ev îhmalkariya dewletê ye. Dewlet jî vî yekê qebul dike lê ji bo çi bi rêça heywanî nêzî me dibe? Em jî ne welatiyên vê dewletê ne.''


(zt)