Gundên berxwedanê Kobanê ya azad silav kirin

12:10

 


JINHA


RIHA - Li gundên berxwedanê yên li ser sînorê Kobanê, di roja 136. de jî bi çalakiya zincîra ji mirovan, afirînerên serketina Kobanê şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.


Li gel pîrozbahiyên azadiya Kobanê li gundên Mehser û Miseynterê jî, çalakiya nobedê dewam dike. Di roja 136. de bi sedan kes li gundên Mehser û Miseynterê li hev civiyan, berê xwe dan Kobanê û di birûşmên "Silav silav ji Kobanê ya azad re hezar silav", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî Serok Apo" berxwedana Kobanê silav kirin.


(zt)