Polîsan Hevşaredara Bêgirê giran birîndar kir

14:01

 


JINHA


WAN – Dema ku Hevşaredara Bêgirê Safure Guneş qada şahiyê amadekariyên şahiya azadkirina Kobanê dikir û li qadê posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind dikir polîsan gelek jop lêxistin û darbkirin. Safure ya ku ji darbeyên ji serê xwe girtî giran birîndarbû rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê.


Dema kul i Bêgirê amadekariyên şahiya azadiya Kobanê dihatin kirin, polîsan mudaxeleyî qada dê şahî lê hatibana kirin kirin û Hevşaredara Bêgirê Safure Guneş darbkirin. Ji bo betalkirina şahiyê polîsan posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke hincet nîşandan û xwestin şahiyê betal bikin. Dema ku Hevşaredara Bêgirê Safure Guneş û endamên navenda DBP’ê Vahap Aslan li hemberî mudaxelekirina polîsan derket Midurê Enminiyeta Wanê fermana “lêbixin” da û ewana rastî lêdana jopan hat û birîndarbûn. Safure ya ku ji derbên ji serê xwe girtî birîndarbû hişê xwe wendakir û li erdê ket. Safure rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgirê paşê jî ji wê sewqî Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê kirin.


Rewşa Safure hinekdinê berbi başiyê diçe.  


 (zt)