Şervana YJA-Star Yildiz ber bi bêdawiyê ve rêkirin
15:50
JINHA
SÊRT - Cenazeyê Şervana YJA-Starê Yildiz Kenben a ku li Şengalê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YJA-Star Yildiz Kenben (Berîtan Viyan) a ku li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbat û MEYA-DER'ê ve ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hate wergirtin. Cenazeyê Kenban şevê li Êlihê hate sekinandin û serê sibê piştî vecîbeyên ber bi Sêrtê ve derxistin rê. Cenazeyê Kenben li duryana sêriya Sêrt, Dih û Şirnexê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke qelebalik anîn Qada Newrozê. Ji qada Newrozê cenaze bi meşê birin ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê. Hevserokên Sêrtê Turcer Bakirhan û Belkîza Beştaş Epozdemîr û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma cenaze de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û YJA-Starê hatin vekirin.
Jinan darbesta Şervana YJA-Star Yildiz bi ser milê xwe birin goristanê
Di merasîma cenaze de dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî berxwadana Kobanê-Şengalê", "Bijî serok Apo", "Jin jiyan azadi" û "Qatîl DAIŞ hevpar AKP" hatin berzkirin. Darbesta Kenban ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û heya Goristana Zeviyeyê birin û li wir hate definkirin.
Dayîka Endama YJA-Star Yildiz Kenben Kumrîneş Kenben got, "Şehîd namirin. Keça min şehîd ket lê Şengal û Kobanê azad bû. Ez mafê xwe hela dikim." Apê Yildiz Reşît Kenben jî wiha got: "Serê gelê kurd sax be. Şehîd ê me tenê nîn e yê hemû kurdan e. Serê hemû rêhevalên wê yên ber xwe dan sax be."
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm jî wiha got: "Heval Bêrîtan ji nirxên me yên herî bi qîmet e. Em li vir soz didin em dê xwîna wan li erdê nahêlin. Em dê her tim têkoşîna wan bişopînin û ala wan dewrî me kirin hêj bilind bikin."
Piştî axaftina girse derbasî navçeya Şîrvanê ya Sêrtê bû.
(zt)

