'Biryara Kongra DOKH'ê pêvajoyek dîrokiye'
09:22
Mizgin Tabu/JINHA
STENBOL – Ji Meclisa Jinên HDK’ê Hatîce Altinişik girêdayî Kongra DOKH’ê ya ku dê di rojên dawiya hefteyê de despêbike nirxandin kir. Hatîce diyar kir ku ew cîhgirtina rêxistinên femînîstên Tirkiyê din ava kongrê de gelek giring dibînin û got: “Ya herî giring bi hev re ji bo demokrasî û azadiya jinan tekoşîn kirine. Bi tayîbetî jî piştî kongreyê dê DOKH li tevahiya Tirkiyê jî pêşengiyê ji tevgerên jinan re bike.”
Di 10-11’ê çileyê de Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê 8’emîn konferansa xwe li Navenda Ciwanan ya Çandê lidarxistin. Di konferansê de jinan biriyara bi kongrebûnê rêxistinbûnê dan. Ser wî bingehî dê di 31’ê çile û 1’ê sibatê de li Amedê Kongra DOKH’ê pêkbê. Endama Meclisa Jinên HDK’ê Hatîce Altinişik banga DOKH’ê ya civandina hemû rêxistinên jinan dibin banekê de bi rêxistinbûnê nirxand. Hatîce diyar kir ku ew kongreya xwe di demek gelek giring de lidardixin.
‘Di azadiya Kobanê de rolê rêxistina jinê li ber çavê hemû cîhanê ye’
Hatîce bilêv kir ku berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan digihe serkeftinê û wiha domand: “Di berxwedan û azadiya Kobanê de rola rêxistina jinan çiqas giringe hemû cîhanê dît.” Hatîce da zanîn ku tevgera jinên kurd ji bo azadiya gelan û nasnameya jinan gelek giringe. Hatîce destnîşan kir ku dê DOKH bi kongreyê biçe sazumaniyek nû û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya kongrê de dê tevgera jinê ji herêmîbûnê zêdetir bi siyasetek civakîbûnê û zêdetir lezdana pêvajoyê berdewam bike.”
‘Jinên kurd rolên pêşengiyê girtine’
Hatîce derbirî ku kongra DOKH’ê ne tenê ji bo jinên kurd, her wiha ji bo jinên Tirkiyê û Rojhilata Navîn xwediyê giringiyek mezine û wiha dom kir: “Dema ku em jinên Kurdistan û Tirkiyê binirxînin weke jinên di kantonên Rojava de ne bi tevgerin. Tevgerên jinên Kurdistanê ji rêxistinên jinên Tirkiyê zêdetir li pêşin û serkeftîne.”
Hatîce bilêv kir ku tayîbetî li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn hişmendiya mêran ya deshilat heye û din ava vê hişmendiyê de xebatên rêxistinên jinan jî zor tên meşandin. Hatîce anî ziman kul i gel van hemû zoriyan jî jinên kurd pêşengiya tevgerek mezin ya jinan dikin, serkeftinên mezin bidestdixin û wiha got: “Tevgerên jinên kurd ji yên jinên tirk zêdetir li pêşdenin. Ji ber li Kurdistanê jin din ava jiyanê denin. Ya herî giring jî din ava siyasetê denin û gotina xwe bi xwe dibêjin.”
‘Di vê kongrê de nûneriya hemû jinan gelek giringe’
Hatîce da zanîn k udi herêmê de DOKH’ê rolek gelek giring girtiye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dê bi tayîbetî jî piştî kongrê DOKH li Tirkiyê bibe xwediyê sazumanî û rêxistinek zêdetir fireh, mezin û zêdetir bibe xwediyê rola pêşengiyê.” Hatîce cîhgirtina rêxistinên fenînîstên Tirkiyê din ava kongrê de pir giring dibîne û wiha dibêje: “Ya herî giring bi hev re ji bo demokrasî û azadiya jinan tekoşîn kirine. Bi tayîbetî jî piştî kongreyê dê DOKH li tevahiya Tirkiyê jî pêşengiyê ji tevgerên jinan re bike.”
(zt)

