‘Azadiya Kobanê serkeftina YPG/YPJ’ê ye’
09:48
Şehriban Aslan / JINHA
AMED – Kobaniyên ji bo evgera axa xwe bi çar çavan li benda serkeftinê bûn, agahiya azadiya Kobanê ji şanazî pêşewazî kirin û diyar kirin ku azadiya Kobanê serkeftinên YPG û YPJ’ê ne. Ji jinên Kobanê yên li benda azdiyê bûn Firyal Osman diyar kir ku azadiya Kobanê serkeftinên YPG û YPJ’ê ne û got: “Ez nizanim ezê şanaziya xwe çawan bînim ziman.”
Ev nêzî penc mehin çeteyên DAIŞ’ê bi awayek hovane êrîşî Kobanê dikin. Ji ber êrişên DAIŞ'ê walatiyê Kobanê mecbur man ji cîh û warên xwe koçî gelek deverên din bikin. Li dijî van êrişan, berxwedana Kobanê ku ev demek dirêje didome di roja 134'an de serkeftinek bi destxist û navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Li ser vê yekê Kobaniyên ku koçî Amedê kirin ji ber serkeftinê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyarkirin ku ew lî bendê ne çawa deriyê sînor vebe ewê vegerin Kobanê.
'Em dîxwazin Kurd bibin yek da ku xelk zilmê li me neke'
Jîna bi navê Zerge Xelîl ku piraniya malbata wê li Kobanê maye û kurekî wê jî du meh berê tevlî refên YPG'ê bû ye dixwaze demîldest vegere Kobanê û wiha dîbêje: "Mervên me giş li wirin mala me li wir e, erd û milkê me li wir in, em li vir weke mêvananin." Zerge bi lêv dike ku bîst û çar seet çavên wan û gûhê wan li Kobanê ye ew li benda roja çundinê ne û waha domand: "Kobanê azad bibe emê herin, Kobana me rinde axa me ye." Zerge Xelîl ji ber alikariya gelê Amedê spasiyê xwe tîne zîman û waha dewam dike: "Ez Amedê giş silav dikim, hemû Kurdan silav dikim, Serok Apo silav dikim. Ez dixwazim Serok Apo û hemû girtiyên girtîgehan derkevin." Zerge di dawîya gotinê xwe de daxwaza yekîtiya Kurdan dike û ev gotin dibêje: "Em dîxwazin Kurd bibin yek da ku xelk zilmê li me neke."
'Em ji kêfa raneketin'
Besê Hidotirko ya ku keça wê li Kobanê şer dîke kêfxweşiya xwe waha tîne ziman: "Kobanê rizgar bûye em ji êvarê de raneketin. Min çawa serkeftina Kobanê bihist min bazda ber derî min tilîlî kişand. Ez li vir xeribim tu deran û tu kesê nasnakim. Min vê derê zanibûna ezê li tamamê bajar bigeriyama û min ê kêfxweşiya xwe nîşanbidana." Beso da zanîn ku wê heta 4-5 rojên din hewilbidin vegerin Kobanê û wiha berdewam kir: "Ez dikim bi kêf û şanaziyek mezin berê xwe bidim warê xwe bajarê Kobanê"
Jina ciwan Firyal Osman jî da zanîn ku azadiya Kobanê serkeftinên YPG û YPJ’ê ne û şanaziya xwe ya ji bo azadkirina warê xwe Kobanê wiha tîne ziman: "Ez niha ewqas bi kelecenim ez nizanim ezê şanaziya xwe çawan bînim ziman. Em dikin van rojan herin Kobanê em li hêviyê ne van rojan derê sînor vebe, emê herin. Kêfa min xweşe ez vegerim mala xwe vegerim welatê xwe"
(ma/zt)

