‘Di nava refên YPG/YPJ’ê de cih bigirin’

09:56

 


JINHA


RIHA - Ciwanên Kobanê yên ku di nava konbajarên bi aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de bi cih bûyîn derbarê bangawaziya fermandarê YPG’ê Mahmut Berxwedan kirin û gotin ku em dixwazin ku tevlî refên YPG/YPJ’ê bibin.

Rizgarkirina Kobanê ji aliyê welatiyên Kobanê yên ku di nava konbajaran de dijîn bi heyecan û coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Hemû welatî li benda banga vegeran Kobanê ya ku ji hêla YPG/YPJ’ê ve bê kirine. Rizgarkirina Kobanê ji aliyê fermandariya YPG/YPJ’ê jî ve bi daxuyaniyekî çapemeniyê ve hat ragihandin û di nava daxuyaniyê de ji bo rizgarkirina gundên Kobanê bi taybetî bangewazî li ciwanan hatin kirin. Ciwanên Kobanê jî li hemberî vê bangewaziyê axivîn û gotin ku em ê tevlî refên YPG/YPJ’ê bibin.

‘Ger her yekî çek rakiriba em ê neketana vê rewşê’

Ciwana bi navê Wehbê Ehmed (21) got ku ew destpêkê li benda vegerîna gundên xwe ne û wiha axivî: “Ewqas xwîn ji ber me hate rijandin û wan ciwanan ruhê xwe ji ber me feda kir li ser xatira Kobanê, em çi dikin? Em jî dixwazin tevlî berxwedanê bibin. Ger her yekî çekek rakiriba rewşa me niha ev nebûya. Şervanên YPJ’ê jî wekî me dayik hene, wekî me bira hene û wekî me malbata wan hene. Lê dilê me wekî yê wan ne bêtirs bû. Em tirsiyan lê berxwedana wan ev tirs ji dilê me derxist û em jî dixwazin tevlî berxwedanê bibin."

‘Em dixwazin parastina gundên xwe bikin’

Birahîm Xelîl (24) diyar kir ku ciwan hemû dixwazin ku di nava gundan de cihê xwe bigrin û wiha domand: “Niha navenda Kobanê hat rizgarkirin û ji bo ku gundên tên rizgarkirin divê heval wan gundan tijî bikin ku dê bikaribin pêşve biçin. Niha em dixwazin vegerin ser gundên xwe û parastina gundên xwe bikin. Heta niha hemû kesî bi çavekî biçûk li şervanên YPG/YPJ’ê dinêrin lê niha dewletên ku nikaribûn li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bisekinin bi sedema şervanan ve hatin rawestandin û Kobanê hat rizgarkirin. Niha hemû kes baş dibîne mezinahiya şervanên me. YPG/YPJ taca serê me ne û em jê dixwazin. Ji bo wê jî divê hemû ciwan tevlî refên şervanan bibin.”

‘Ger ez neçim tu neçî dê kî tevlî bibe’

Dijwar Mihemed Bekir (21) jî da zanîn ku divê hemû di nava şervanên YPG/YPJ’ê de cih bigrin û wiha got: “ Ger em ango ciwanên Kobanê neçin tevlî refên YPG/YPJ’ê bibin dê kî tevlî bibe? Niha şevanên me ji bo kê li ber xwe didin? Ji bo min, ji bo hemû kesî şer dikin. Kobanê cih û warê me ye, welatê me ye û rêya şervanan rêya herî baş e û wekî hemû kesî ez jî dixwazim ku tevlî berxwedanê bibim.”

Dayika bi navê Nehîde Mistefê (37) got ku dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş li ser wan kirin gundên wan li ber xwe daye û wiha domand: “Me li ber xwe dida lê pir nêz bûn û hemû kes reviyabû em jî neçar man û hatin Kobanê. Ji bo rizgarkirina Kobanê jî ez pê pir keyfxweşbûm û me bi coşekê mezin pêşwazî kir. Ez hez dikim ku zarokên min jî biçin tevlî refên YPG/YPJ’ê bibin. Şervanên me bi tevahî zarokên min in. Ew ji bo welatê xwe şehîd dikevin û ez jî dixwazim ku zarokên min jî di nava refên YPG/YPJ’ê de cih bigrin û parastina welatê xwe bikin.”

(kom/zt)