Li gundên berxwedanê nobet dê bidome

10:03

 


JINHA


RIHA - Li sînorê Kobanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê 4 meh in li sînor nobeta berxwedanê berdewam dike û welatiyên çalakiya nobeta berxwedanê didomînin diyar kirin ku di serî de gundên Kobanê û heya hemû Rojava ji gefên çeteyên DAIŞ'ê xilas dibin dê çalakiya xwe bidomînin.

Welatiyên li gundên Mehser û Misenyterê yên navçeya Pirsûsê ya Rihayê yên 4 meh berê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana dîroki ya şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê dan destpêkirin diyar kirin ku heya Kobanê bi tememî azad dibe dê çalakiya xwe bidomînin. Welatiyên bi keyfxweşiya azadkirina Kobanê çalakiya xwe didomînin anîn ziman heya hemû gundên Kobanê azad dibin û bi deh hezaran welatiyên Kobanê careke din vedigerin ser axa xwe dê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.

'Zarokên me li wir ber xwe bidin em ê jî li vir ber xwe bidin'

Welatiyê bi navê Dîndar Besgîn 122 roje li sînor nobetê digire wiha got: "Em dest ji nobeta Kobanê bernadin." Besgîn anî ziman ku heya hemû gundên Kobanê azad nebin ew dest ji çalakiya berxwedana sînor bernadin.

Dayika Aştiyê Gulseren Koştu jî wiha got: "Heya Kobanê û hemû gund bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Heya li tevahiya herêmê aştî pêk tê em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji ber ku bi hezaran ciwanên kurd û zarokên me li wir ber xwe didin û li hemberî çeteyan şer dikin. Heta ew li wir şer dikim em ji vir naçin malên xwe."

'Heya ez kurê xwe hembêz nekim naçim'

Ji dayikên aştiyê Hurî Konak jî diyar kir ku piştî azadkirina navenda Kobanê dê li benda azadkirina gundan bimînin û heya kurê xwe yê li Kobanê şer dike hembêz neke bi tu cih ve naçe.

'Em ê azadkirina Şengalê jî pîroz bikin'

Xezal Çîçek jî diyar kir ku heya dawiyê ew ê çalakiya xwe bidomîn û wiha got: "Em ê ji bo Kobaniya ewqas me şahîd dayîn heya dawiyê têkoşînê bikin." Jina ciwan a bi navê Beren Atici jî diyar kir ku heta pîrozbahiya Şengalê li Mehserê pîroz nekin naçin û wiha got: "Heya hemû gundên Kobanê, Şengal û Rojava bi temamî azad nebe em bi tu cihî de naçin."

(zt)