Çanda hezarî salan dide jiyîn

10:17

 


Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN – Li Kerboranê Sakîne Karakiş çanda Mezopotamya ya dîrokî di mala xwe de dide jiyandin. Sakîne ji çiwalên qetiyayî balgiyên nixşîn çêdike. Di hemû odeyên mala Sakîne de ew balgiyên nexşîn şopên hunera destê jinan ya dîrokî berdewam dike.


Sakîne Karakiş ya 38 salî û dayîka 9 zarokan li taxa Safa ya navçeya Kerborana Mêrdînê dijî. Sekîne ji çiwalên qetiyayî balgiyên nexşîn çêdike û şopên hunera destê jinan ya kevnare nû dike. Hemû odeyên mala Sakîne ji balgiyên nexşîn yên ku bi sîmgeyên çanda Mezopotamya ya kevnare hatî nexişandin hatine xemilandin. Sakîne ya ku rewşa wê ya aborî nebaşe bi keda destê xwe ji çiwalên qetyayî nexşên herî baş çêdike. Sakîne diyar kir ku ew balgiyên bi destê xwe çêdike zêdetir başin û bi tenduristin jî.


 (zt)