Li Muglayê jinek ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin
10:36
Çile
29
/ 2015
JINHA
MUGLA – Li Menteşeyê xwendekarê lîsê M. A bi çeka nêçîrê dayîka xwe Zubeyde A qetilkir.
Duh bi şev li Taxa Kotek ya girêdayî navçeya Menteşe ya Muglayê xwendekarê lîsê yê 17 salî M. A bi çeka bavê xwe ya nêçîrê diyîka xwe Zubeyde A gulebaran kir û qetilkir. Cenazeyê Zubeydeya li cihê bûyerê jinana xwe jidest da rakirin Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Perwerde û Lêkolînê ya Sitki Koçman ya Muglayê.
M. A hat girtin û birin Şaxa Zarokan ya Emniyeta Navenda Muglayê.
Girêdayî bûyerê lêpirsîn berdewame.
(zt)
