Li Antalyayê otobusa karkeran qeza kir: 5 mirî

10:53

 


JINHA


ANTALYA - Li Antalyayê otobusa ku karkerên demsalî têde li TIR’ekê qelibî, 5 karkeran jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku ji 30’î zêdetir birîndar hene.


Li Taxa Zeytînada ya navçeya Gazîpaşa ya Antalya otobusa ku karkerên demsalî têde li TIR’ê qelibî. Hat diyarkirin ku di qezayê de ajokarê otobusê jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, ji 30’î zêdetir kes jî birîndar bûne.


Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Alanya û Gazîpaşa, rêya Gazîpaşa- Anamur û Zeytînada 2 saetên ji çûnûhatina wesayîtan re hat girtin.


(zt)