Li Kerkukê şer berdewame
10:58
JINHA
KERKUK - Li Kerkukê di çalakiya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de, serçeteyê bi navê Mexdad Elî Davud jî di nav de 11 çete ji aliyê hêzên HPG'ê ve hatin kuştin.
Fermandariya HPG’ê ya Kerkuk diyar kir ku li hember noqteya kontrolê ya çeteyan a li gundê Vanşaxê yê navçeya Daquq a Kerkukê seat di 15.00’an de ji aliyê endamên HPG'ê ve çalakiyek hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî van derban, komek çete derketiye eraziyê. Li hemberî vê komê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Çeteyên li gundê Gomata yê nêzî gundê Vanşaxê xwestine mudaxele bikin. Koma çeteyan a ji du milan ve tevgeriyaye bi awayekî bandor hatiye derbkirin. Di şer û pevçûnên ku heta saet 17.00’an berdewam kirine, çete neçar mane vekişin. Di van şer û pevçûnan de 11 çete hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne. Yek ji çeteyên ku hatiye kuştin, serçeteyê bi navê Mexdad Elî Davud e.”
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan bi awayekî saxlem gihiştine bargehên xwe.
(zt)
