TJKE’ê banga tevlîbûna meşa 3 yê sibatê li her kesê kir
11:02
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropa bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ji bo meşa dirêj a wê 3’yê Sibatê li Bern destpê bike banga tevlîbûnê kir û got, “Em bawer in wê rêgeza Azadî civakî, 3 yê Sibatê li Bernê jiyanî bibe. Em bang li tevayî jinên ku dixwazin bibin rêwiyên heqîqeta ku berxwdana Kobanê mirovatî gihandiyê dikin bên tevlî têkoşînê, piştevaniyê û mekanên wan qadên çalakiyan bibin.”
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got; “Wek gelê Kurd em di rojên dîrokî re derbas dibin. Li hember DAIŞ’a hêza êrîşê ya modernîteya kapîtalîst e, li Kobaniya ku 134 roj in berxwedaneke dîrokî nîşan da, êdî dema avakirina pêşeroja xwe ye. Ev berxwedana dîrokî ku sînorên enternasyonalîzmê berfireh ku tenê nirxên mirovatiyê yên kapîtalîzmê bêwate kiriye neparast, nirxên nû tevlî wê kir.”
‘Xwediyê vê keda bêsînor hê li Girtîgeha Îmrali tê ragirtin’
TJKE da xuyakirin ku ya herî girîng jî têkneçûna şoreşên azadiya jinê ji dost û dijminan re îspat kir, lêgerîna azadiyê ya jina Kurd tevayî kelehên pergala serwer a zilam xwe spartinê hilweşand. TJKE anî ziman gihiştiye asteke ku di aliyê teorîk û pratîk de pêşengiyê ji tevayî jinên li cîhanê têkoşîna azadiyê dikin pêşengiyê bike û wiha dewam kir: “Yekemîn lêgervanê vê heqîqetê, çalakger û rêxintinkerê wê Rêberê Gelê Kurd e. Di her gava meşa azadiyê ya jina Kurd de keda Wî ya mezin heye. Xwediyê vê keda bêsînor hê li Girtîgeha Îmrali tê ragirtin. Ji bo Birêz Abdullah Ocalan yê ku sermuzakerevanê pêvajoya çareseriya demokratîk e, hê mafê ku bi awayekî azad siyasetê bike nehatiye dayîn. Ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk bi tenduristî bidome, ev şertê di serî de ku nayê dayîn, rewşeke ku nayê qebûlkirin. Em wek jinên Kurd weke di her rastiya ku em dibêjin nayê qebûlkirin, şkandina tecrîda li Îmrali wek wezîfeya xwe ya sereke em dibînin. Ji ber vê wek Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, em ê bibin hêza herî dînamîk a KCD-E bi şîara ‘Ji Ocalan re Azadî’ ji sê milan ve daye destpêkirin.”
Hat diyarkirin ku çalakiya wê 3’yê Sibatê li bajarê Bern ê Swîsre destpê bike û 14’ê Sibatê bi mîtînga Şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li Strasbourg bi dawî bibe, wê bi biryardariya pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome.
TJKE bang li tevayî jinên Kurd ên li Ewropayê kir û got, “Em bawer in wê rêgeza Azadî civakî ye, 3’yê Sibatê li Bernê jiyanî bibe. Em bang li tevayî jinên ku dixwazin bibin rêwiyên heqîqeta ku berxwdana Kobanê mirovatî gihandiyê dikin bên tevlî têkoşînê, piştevaniyê û mekanên wê qadên çalakiyan bibin.”
(zt)

