Berxwedêrên Kobanê hatin silavkirin

11:59

 


JINHA


RIHA - Serketina Kobanê li xeta sînor ji aliyê berxwedêrên nobetê ve di roja 137’emîn a berxwedanê de hat silavkirin.


Berxwedana nobetê ya li sînor a ji destpêka berxwedana Kobanê destpê kir, di roja 137’emîn de berdewam kir. Bi sedan kesên li gundê Mehser û Miseynterê hatin cem hev destê hev girtin û berê xwe dan Kobanê û serketina Kobanê û şervanên YPG û YPJ’ê silav kirin. Wêneyên kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dabûn  hildan, rêz girtin û zincîra mirovan ava kirin û bi yek dengî  sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ xwendin. Berxwedêrên sînor bi dirûşmên, ‘Biji Kobanê'ya azad’, ‘Biji berxwedana Kobanê’, ‘Biji YPG/YPJ’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ Kobanê silav kirin û  hat gotin ku heta tehdîda li ser Rojava ranebin wê nobeta berxwedanê bidome.


Piştî zincîra mirovahiyê paqijiya derdorê hat kirin.


(zt)