Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên ser sînor kirin: Kesek birîndar kir

13:40

 


JINHA


RIHA  - Çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Zorava yê Kobanê bi cih bûn êrîşî welatiyên li sînorê Pirsûsê kirin û kesek birîndar kirin. Di dema êrîşê de ligel leşkerên tirk li sînor bûn tu tişt nekirin.

Piştî şervanên YPG û YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê têk birin operasyonên xwe yên azadkirina gundan didomînin, çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Zorava yê li rojavayê Kobanê bi cih bûn êrîş li welatiyên li sînor ên tevgeriya Kobanê temaşe dikirin kir. Di encama gulebaran çeteyan de welatiyê bi navê Mehmet Dogan (37) birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

Dema çeteyê DAIŞ'ê sînor gulebaran kir li ser sînor leşkerên tirk jî hebûn lê tu tişt nekirin.

(zt)