Jinan banga ji nû ve avakirina Kobanê kirin

13:45

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan azadkirina Kobanê ya di bin pêşengiya şervanên YPG û YPJ'ê silav kir û banga ji nû ve avakirina Kobanê li her kesî kirin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê têkildarî serkeftina şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê daxuyanî dan çapemeniyê û azadkirina Kobanê silav kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana di bin pêşengiya YPG, YPJ û MLKP'ê hêj berdewam dike û wiha hate gotin: "Gelê Kobanê û hemû hêzên jinan bêyî bikevin nava bêhêviyê û fikaran li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û mêtingeriya tirk ber xwe dan."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê ji jinên cîhanê re çawa dê li hemberî koletiyê têkoşîn bê dayîn nîşan da û wiha hat destnîşankirin: "Li hemberî êrîşan berxwedana hatî nîşandan xwedî li xeyalên me yên azadiyê derketin. Şoreşa Rojava li hemberî tarîtiyê barîkata rizgariyê bû. Serkeftin û berxwedana Kobanê careke din ev yek nîşanî me da. Şoreşa Rojava ya me hemûyan e. Niha dora avakirin û ji nû ve înşakirina Kobanê ye."

(zt)