‘Pêlîstoka xwe çêbike’
13:48
JINHA
RIHA - Mamosteyên Pêlîstokên Zarokan ên Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Delîla ya konbajarê Arîn Mîrkan ji bo zarokan pêlîstok amade kirin. Mamosteyan da zanîn ku ji bo tevahiya konbajaran ew projeyekê amade dikin.
Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê ji bo zarok û ciwanên ku ji hêla aborî û civakî de derfetên wan tune ne û pêşxistina kesayetiya wan xebatên xwe didomîne. Projeya bi navê ‘Pêlîstoka xwe çêbike’ di nava konbajaran de xebatên xwe xistin pratîkê. Di vê xebatê de dilxwazên ku di heremê de xwedî tecrube ne tevlî vê perwedehiyê bûn. Ji van dilxwazan yek jê Baran Demîr ê ku di 12'ê çileya 2015'an de li wargeha Arîn Mîrkan dest bi xebatên xwe kiriye. Ji bo domandina vê xebatê 10 ciwan hatine hillbijartin û wek mamosteyan hatine perwerdekirin. Ev xebat heya 25’ê çileya 2015'an hatiye berdewam kirin. Ev proje piştî pêşengehê, wê di wargeha Arîn Mîrkan de ji aliyê mamosteyên ciwan ve bê meşandin. Her roj 20 zarok wê tevlî vê xebatê bibin û pêlîstokên xwe çêbikin. Her roj wê zarokên nû tevlî vê xebatê bibin, pêlîstoka xwe çêbikin û bi xwe re bibin.
‘Armanca me baweriyê bidin zarokan’
Mamosteyê bi navê Narîn Osî (14) got ku ew bi xebatên xwe pir keyfxweşin û wiha domand: “Me xebatên di nava konbajarê Arîn Mîrkan de nli navenda çandê dest pê kir. Ji bo zarokan me ev xebate dest pê kir. Em niha 10 mamoste ne û di her polekê de 20 xwendekarên me hene ango her mamosteyek dê ji bo 2 zarokan dixebite. Armanca me ew e ku zarok hinek xwedî bawerî bibin û tevlî jiyana civakê bibin. Her wiha ji bo çêkirina derûniya zarokan e.”
‘Ji bo xebateke baş pêdivî bi alîkariyê heye’
Mamosteyê bi navê Hemnoş Bekî (23) jî da zanîn ku armanca wan di nava hemû konbajaran de vê xebata xwe bimeşînin û wiha axivî: “Em destpêkê ketin di nava perwerdehiyê. Piştî ku me perwerdehiya xwe bi dawî kir em bûn mamoste û me dest bi xebatên xwe kir. Ji bo ku em xebatên xwe baştir bimeşînin ji bo me pêdiviya alîkariyê heye. Wekî texte, kaxiz û tiştên ku em bikaribin xebatên xwe pê bimeşinin ji me re bişînin.”
(kom/zt)

