Dibistanên Mexmûrê ketin betlanê

15:26

 


JINHA


MEXMÛR - Dibistanên wargeha penaberan a Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) ketin bêhndana 15 rojî. Xwendevanan bi heyecanek mezin qarneyên xwe wergirtin.


 Li wargeha Ş. Rustem Cûdî îro di demjimêr 08:00’an de nêzîkî 3’ê hezar xwendevan karneyên xwe wergirtin û ketin bêhndanê. Li her dibistanekê merasîm çêbun, di destpêka merasîman de sîroda netewî Eyreqîp hat xwendin. Piştî sîrodê ji aliyê rêveberên dibistanan ve axaftin hatin kirin. Mamostayan di axaftinên xwede girîngiya perwerdê û taybet ji bo gelê Kurd vegotin.


Di axaftinan de balhat kişandin ser zimanê zikmakî û hat gotin: “Li her çar parçeyên Kurdistan cara yekem li wargeha Mexmûr bi zimanê Kurdî xwendin hatiye dayîn. Mexmur di zimanê Kurdî de ji tunebunê hebun afirandiye û mînaka herî mezine. Ji bo vê yekê ji bo hemû gelê Kurd dibistanên Mexmur pîrozin.”


Herwiha mamosta û xwendevanan rizgarbuna Kobanê jî pîrozkirin. Piştî axaftinan xwendevanan bi heyecanek mezin karneyên xwe wergirtin. Xwendevanên ku di refên xwede buyîn yekemîn hatin xelat kirin.  


(zt)