Dayikên Aştiyê li Kobanê ne
17:39
JINHA
KOBANÊ – Heyeta ku Parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim, hevşaredara Pirsûsê û ji Dayikên Aştiyê pêk tê ji bo serdana Kobanê ya ku piştî berxwedana 134 rojan hate azadikin çûn bajar.
Serdanên ji bo Kobanê ya ku bi berxwedana bêhempa ya hêzên YPG û YPJ’ê ve hate azadkirin didomin. Heyeta ku Parlamentera HDP’ê Gulser Yildirim, Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez û 7 Dayikên Aştiyê pêk tê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas bûn û çûn Kobanê. Heyet li Kobanê ji aliyê Serokwezîrê Kantona Kobanê Enver Muslîm û rayedarên kantonê ve hate pêşwazîkirin. Heyet piştre li kolanên Kobanê ya ku ji ber şer xirab bûye geriyan.
(zt)

