Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî sivîlan dikin: 7 birîndar

17:44

 


JINHA


KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ ên li navenda Kobanê darbeyên giran xwarin û hatin derxistin, li herêma Til Şeîr sivîlên li gel wesayîtên xwe kirin hedef. Di êrîşan de 7 sivîl birîndar bûn.


Çeteyên DAIŞ ên li navenda Kobanê darbeyên giran xwarin û rastî têkçûneke mezin hatin, sivîlan dikin hedef.  Çeteyên ku îro danê nîvro aliyê Pirsûsê gulebaran kirin û Mehmet Dogan birîndar kirin, Kobaniyên li herêma Til Şeîr li gel wesayîtên xwe kirin hedef. Di êrîşên bi hewanan 7 welatiyên Kobanê birîndar bûn. Hat ragihan ku ji wan Menla Mebo, Şêx Mehmud  û Musa Mustefa yên rewşa wan giran şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Birîndarên bi navê Muslim Şahîn, Mihemed Şêx Hesen, Mihemed Hesen û kesekî ku navê wî nehat zanîn li nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin.


(zt)