Şahiya zarokên Kobanê vegeriya pirozbahiya rizgarinê
17:57
JINHA
RIHA - Welatiyên ji Ewropayê hatin Pirsûsê ji bo zarokên Kobanê şahî li dar xistin. Şahîya ji bo zarokan pêk hat vegeriya pîrozbahiya rizgariya Kobanê.
Welatiyên ji Ewropayê hatin Pirsûsê, ji bo zarokên Kobanê li konbajarê Kobanê şahî li dar xistin. Şahiya zaroka vegeriya pîrozbahiya rizgariya Kobanê. Gelek zarok beşdarî şahîyê bûn û bi seatan bi kêfxweşiyê şano, lîstikên akrobatik û îluzyonîk temaşe kirin. Her wiha bi sedan zarok jî ji ber ku serfîraziya Kobanê bi kelecan bûn û her tim kêfxweşiyên xwe bi berzkirina durişmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" , "Bijî serok Apo" û "Şehîd namirin" anîn ziman.
(kom/zt)

