Li sînorê Cizîra Botan jinek Rojavayî hat qetilkirin

08:58

 


JINHA


ŞIRNEX – Li qereqola Sînor a Ugur a li sînorê Rojava ya Cizîrê cenazeyê jineke ku şopên guleyan di laşê wê de hene anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.



Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di saetên êvarê de ji Qereqola Sînor a Ugur ê ya li sînorê Cizîr û Rojava ye telefon hate kirin û ambulans hate xwestin. Ambulansê cenazeyeke ku hate gotin aydî jineke ji Rojava ye anî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate hînbûn ku di laşê jinê de şopên guleyan heye û ji aliyê kê ji hatiye kuştin nayê zanîn. 

Cenazeyê jina rojavayî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

(zt)