Ev 7 mehe malbata Suriyeyî li keça xwe ya wenda digerin
09:25
JINHA
AMED – Malbata Sileman ya ku ji ber şerê Suriyeyê navxweyî neçar man koçî Enqerê kirine, ev 7 mehe li keça xwe ya wenda Feyruze digerin. Dayîka Cahîde Hisên diyar kir ku keça wê Feyruze ji bo kinc girtinê çubû bazarê û carekdinê venegeriyaye. Cahîde li aliyekê li bendêye ji keça xwe xebarekê bigire û li aliyê dinê jî li Amedê hewil dide li gel şertên zor tekoşîna jiyanê dide.
Malbata Suriyeyi ya ji 12 kesan pêktê berî niha 8 mehan ji ber şerê navxweyiyê Suriyê neça man koçî Tirkiyê kirin û li Enqerê bi cîh bûn. Malbata k udi nava şertên zor de jiyan dikir, niha jî li Amedê jiyana xwe didomînin. Dema ku malbata Suriyeyî li Enqerê bicîh dibe din ava şertên zor de di meha despêkê de keça wan Feyruze Silêman wenda dibe û malbat rojên gelek zehmet jiyan dikin. Li gel 7 meh derbasbûye jî lê ji Feyruze tu agahî negirtine.
‘Ji bo girtina kincan çu bazarê û carekdinê venegeriye’
Cahîde Hisên ya dayîka 8 zarokan di malek xirabe ya li semta Surê ya Amedê tekoşîna jiyanê dide ji bo dîtina keça xwe Feyruze ji berpirsan alîkariyê dixwaze. Cahîde da zanîn ku ji bo dîtina keça xwe ya wenda wê gelek caran serî li polîsan daye lê tu encam negirtiye û wiha got: “Keça min gelek bedewe, dema wenda bûyî 15 salî bû, niha 16 saliye. Keça min Feyruze ji bo cejnê çubû kincan bigire û carekdinê venegeriye. Hinan keça min revand, wendabû çilê hati em nizanin.”
‘Ev 7 mehe keça min windaye’
Dema ku Cahîde li gel 8 zarokên xwe ji Helebê koçî aliyê Tirkiyê dike despêkê li Enqerê bicîh dibe. Li Enqerê keça wê ya bi navê Emîne Silêman Hisên ya 15 salî dema ku ji bo girtina kincên cejnê diçe bazarê li wê wenda dibe. Cahîde diyar kir ku ew çiqas geriyan keça xwe nedît û wiha got: “Ji bo keça min ji xwe re kincên cejnê bigire diçe bazarê û li wê winda dibe. Ev 7 mehe keça min wendaye. Ema ku ji bo aqubeta keça xwe min serî li qeymeqamiyê de j imin pere xwesin. Ji xwe em koçberin û ji nava şer reviyane emê ji ku peran bidin. Dema ku qeymepamiyê em neçar kirin, hevserê min yê nexweş çu geriya hinek pere komkir û me bi dawan. Li gel wê jî di dawiyê de bi hincetên weke dê biçin Stenbolê li keça me bigerin dixwestin ser bûyerê bigirin. Keça me li Enqerê wenda bûye, lê dê çubana Stenbolê lêgeriyabana.”
Dayika 8 zarokan Cahîde anî ziman ku ew din ava rewşek hejariyê de dijîn û wiha berdewam kir: ''Di malê de ji tiştekî em bixwin vexwin tuneye. Ev du mehe j ime nayê em kiriya xaniyê ku têdene bidin.”
Cahîde bilêv kir ku ew bi hezreta welatê xwe dijîn û wiha domand: “Xwezî ez li ser axa xwe û mala xwe bama ji bom in besbû. Hem li duriyê, hem jî bi jiyanek hejarî jiyana xwe domandin têr nake wendabûna keça min jî bi serde.”
Wêne: Zeynep Akın
(ae/zt)

