Apê Nemir: Kobanê neket, lê Erdogan ket
09:35
JINHA
RIHA - Sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir (67) bi temenê xwe yê mezin bi sê zarokê xwe re di eniyên herî pêş li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir, 4 caran birîndar bû û cara dawiyê jî ji bo dermankirinê hat Pirsûsê. Apê Nemir bi rizgarkirina Kobanê keyfxweş bû. Apê Nemir li ser gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan "Kobanê ket, wê bikeve" bi bîr xist û wiha got: "Kobanê neket, lê Erdogan ket. Bila Erdogan di xewna xwe de ketina Kobanê bibîne."
Yek ji şervanê YPG'ê hemberî çeteyên DAIŞ'ê şerê dîrokî dimeşand û sembola berxwedana Kobanê Apê Nemir (Xelîlê Osman) bi temenê xwe yê mezin bi sê zarokên xwe re di çeperên herî pêş de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir û 4 caran birîndar bû û cara dawiyê jî ji bo dermankirinê hat Pirsûsê û di konbajarê Arîn Mîrxan dimîn e, bi rizgarkirina Kobanê keyfxweş bû. Apê Nemir ligel birîna xwe dixwaz e biçe Kobanê û pişta xwe bide rêhevalê xwe û di eniyên şer de welatê xwe biparêze. Apê Nemir diyar kir ku ez bi çar cavan li hêviya vegera Kobanê me û got ku ger leşker nehêle di derî derbas bibe, ew ê têlan derbaz bike û biçe keleha berxwedanê Kobanê.
'Edî her kes navê Kobanê û YPG/YPJ'ê dizanin'
Apê Nemir da zanîn ku rizgarkirina Kobanê, rizgarkirina mirovahiyê û cîhanê ye. Apê Nemir destnîşan kir ku berxwedana Kobanê û rizgariya wê li hemû deverên cîhanê deng da û wiha axivî: "Navê Kobanê me ya rengîn li cîhanê belav bû. Edî her kes navê YPG/YPJ'ê dizane. Kobanê ji bo yekîtiya kurdan jî bû gavek. Hemû kurd li ser Kobanê bûn yek û destên xwe dan hev. Tenê ne kurd, hemû gelên wekî din ji bo rûmeta mirovahiyê li ser navê Kobanê bûn yek."
‘Tu cudahiya Erdogan ji çeteyên DIAŞ'ê tune ye’
Apê Nemir gotina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a "Kobanê ket, wê bikeve" bi bîr xist û wiha domand: "Kobanê ne ket, lê belê Erdogan ket. Di dilê wî de bû êş û jan. Ez helwesta Erdogan a li hemberî me şermezar dikim. Tu cudahiya Erdgan ji çeteyên DAIŞ'ê tune ye. Dixwest Kobanê bikeve û bikeve destên çeteyan. Bila êdî di xewna xwe de bibîn e. Şervanên me jî heya dawiyê ji li berxwedan û nehişt wan çeteyên dijî mirovahiyê bikevin Kobanê. Serokwezirê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî ew rojê hati bû Amedê silava dişîn e şervanên me YPG/YPJ'ê. Ev çi feraset e? Em kurd êdî dijminê xwe baş nasdikin. Gelê kurd ne kurdê berê ye. Êdî em bûne yek. Tu kes êdî nikare kurdan bixapîne. Em tu carî xaka bav kalên xwe nadin tu kesî."
‘Serkeftina Kobanê dê bibe azadiya Ocalan’
Apê Nemir bi lêv kir ku serkeftina Kobanê diyarî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan dikin û got ku serkeftina Kobanê dê bibe azadbûna Birêz Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Ez bawerim azadiya Serok Apo jî gelek nêz e. Her tişt ji bo wî ye. Em ne 5 mehin di şer de ne. Ev nêzî 40 sal in em li hemberî dagirkeran şer dikin û 3 sal in jî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê em li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ'ê piştî çekên giran dest girt êrîşî me kirin. Me jî bi çeken sivik, li hemberî tanq û topên wan sekînin û em ser ketin. Ez dixwazin demildest biçim Kobanê. Min bêriya welatê xwe, rêhevalên xwe û axa xwe kiri ye. Êdî tu kes nikar e min li vêderê bigre. Piyê min bê jêkirin jî ez ê biçim ser xaka welatê xwe."
'Bila ciwan tevlî berxwedanê bibin'
Apê Nemir di dawiya axaftina xwe de ev bang li hemû ciwanan kir: "Divê ciwanê me hemû vegerin Kobanê û ji bo axa xwe tevahî ji çeteyan paqij bikin tevlî YPG/YPJ'ê bibin, heya dilopa xwîna me ya dawiyê em şer bikin. Dem ne dema rûniştinê ye, dem dema parastina welat e, xwedî derketina axa bav û kalan e."
(kom/zt)

