Ji jinên girtiyên li Girtîgeha Şakranê ji bo CPT'î nameya vekirî!

10:32

 


Handan Tufan / JINHA


İZMİR –Jinên li Girtîgeha Şakranê dimînin ji bo balkişandina ser bêmafiyên ser wan tên kirin û ji kirinên li girtîgehan tên kirin re bêjin bese ji CPT yê rê nameyek vekirî şandin û gotin: “Em dizanin girêdayî bêmafiyên li girtîgehên Tirkiyê tên jiyîn ev ne nameya despêkêye. Lê em dikarin bêjin heya niha ji nameyên kum e şandine me dengek nebihîsitiye em dixwazin vê weke nameya dawiyê bigihînin ew.”


Jinên li Girtîgeha Aliaga Şakranê ya ku bi îskence û bêmafiyên dike her dem di rojevêdeye ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îskencê (CPT) re nameyek vekirî şandin û di nameyê de tuştên jiyan kirine vegotin. Di nameyê de hat diyar kirin ku ew di ferqêdenin ji ber lig elek welatan binpêkirinên mafan pirzêdene gelek karê CPT heye û wiha hat gotin: “Heger we mekanîzmeya rêvebirina girtîgehan ji nava ‘rêgerzên rêzdariya mafê mirovan’ derxistibana dê ewqas ji bo we jî kar derneketana. Lê em dixwazin hun jî bizanin; heger weke rêveberên CPT yê hun bi bihîstin û xwendina nameyan diwestin, wê demê divê hun hinek me jî li ber çavan bigirin ku em ji mafên xwe yên herî xwezayî hatine bêpar hiştin. Em bûyerên dijîn û jê re şahidiyê dikin di kurahiya beden, giyan û dilê xwe de hîs dikin û jiyan dikin.”


‘Em hêvîdarin ku ev bibe nameya dawiyê’


Di nameyê de hat destnîşankirin ku CPT divê berpirsyariya xwe bicîh bîne û ji kirinên li girtîgehan de tên jiyîn bêjin “raseste” û wiha hat domandin: “Li piş deriyên girtî û din ava dîwarên beton de ji ber bûyerên her roj em dijîn, em agirberdin bedena xwe dê dengê me bê bihîstin yan na. Em dizanin ku ji girtîgiyên Tirkiyê ev ne nameya despêkê ye digihe we. Lê em dikarin bêjin heya niha ji nameyên kum e şandine me dengek nebihîsitiye em dixwazin vê weke nameya dawiyê bigihînin ew.”


‘Mafê met ê binpêkirin’


Di nameyê de hat zanîn ku êrîş, tacîz û provakasyon herî zêde ji aliyê gardiyanên jin û muduran ve tên kirin,  di sepandina pergala deshilatiya mêran ya herî qebe de li hemberî xwe dîtina jinan zêdetir bûyerek bi êşe. Ji dema vebûna Girtîgeha Şakranê heya niha bi lêgera tazî, û gelek îskenceyên derunî û fîzîkî ji rojevê neketiye. Ji bo şikandina vînê bi rêbazên şidetê ser girtiyan de diçin. Girî jî li hemberî van sepandinên dij jirovane her dem rêya hevdîtinan berdewam dikin, lê her dem hevdîtinên wan bê encam dimînin.


‘Em ji aliyê gardiyanan ve rastî êrîşan tên’


Di nameyê de hat diyar kirin ku ew ji bo bidestxistina mafên xwe bêyî ziyanê bidin kesekê mafê xwe yê protestokirinê bi kartînin, lê ji bo wê jî rastî ceza hatin û wiha hat berdewam kirin: “Ji aliyê îdara girtîgehê ve ji bo 75 girtiyan navbera 3 heta 12 rojan cezayê hucreyê hat dayîn. Weke ku ev hemû nebesbûn, vê carê jî doz vekirin û hîna ew doz berdewam dikin. Carnan dema ku em şertên jiyana xwe ya zor bi rêya name yan jî malbatên xwe didin derve carekedinê zoriyên li ser me zêde dikin. Herî dawî di lêgera mehane de personelan bi tarzê şikandina vînê lêgerîn ser me kirin. Li gel hemû hewldanên me yên bi awayê hevdîtinan çareserkirina pirsgirêkan jî em rastî êrîşên komên gardiyanan yên ji 20-30 kesan pêktên hatin. Di tutanakan de jî weke ku em çune me êrîş kiriye û ew derb kirine hat dîtin û ceza ji bom e hat dayîn. Ji bo gelek hevalên me hem cezayê hucrê û hem jî cezayê hevdîtinê dan. Ji bo hinek hevalên me jî li gel tu cezayê wan yê disiplînê neyî jî cezayên herî giran dan. Hemû tiştên ji der ve tên yên weke kinc, kovar, pirtûk yan qet nadin, yan bi hincetên cuda li gel xwe di hêlin yan jî dema tên lêgerê bi hincetên cuda odeyên me talan dikin û dibin.”


‘Îskence bê navber berdewame’


Di nameyê de hat zanîn ku bi hincetên cuda sohbetên wan yên heftane weke mafek li hemû girtîgehan tê dayîn ji wan tên girtin û li 4 hevalên wan jî ev 2 salin bê navber îskence tê kirin û wiha hat gotin: “Bi hinceta ew girtîne nehêlan her 4 hevalên me oda xwe biguherin. Lê ji van 4 hevalên me yek hikimliye û her 3 yên dinê jî hikimli tên hesibandin. Lê li gel hemû nivîsên me ji hemû berpirsan re nivîsîne jî bi hincetên weke ‘Îdara girtîgehê dikare odan biguhere, bêyî însiyatîfa îdara girtîgehê ode guherîn nabe’ tuştek nehat guherîn. Hîna odên wan nehatine guherîn û bê navber îskence li wan tên kirin. Her demê ew li hemberî me amadene, her gotinek û bertekekê dikin hinceta şer û di encamê de cardin çî dibe l ime tê kirin. Her çendî ku pirsgirêk ji gardiyan û muduran jî be cardin dozê l ime vedikin.”


‘Her kes berpirsin’


Di dawiya nameyê de jî ji bo girtiyên nexweş wiha hatiye nivîsîn: “Ji ber hevalên me bi nêrîna xwe ya azad maskeya ruyê wan derxistiye û rastiya ruyê wan yê direwîn derxistiye holê bi salane di girtîgehan de tên girtin. Li ber çavên hemû civakê, hemû cîhanê û raya giştî hevalên me yên nexweş roj bi roj ber bi mirinê diçin. Di girtîgehên ku weke saziyek ya dewletê ya fermî tê zanîn de hevalên me li ber çavên îdara girtîgehê û saziya tiba edlî diçin mirinê û ji bo mirina hevalên me dibin temaşevan. Hemû yên kul i hemberî derketina tabûtên hevalên me yên ji girtîgehê temaşevan dimînin herî kêm bi qasî saziyên kum e navê wan rês kirine berpirsin. Pirsgirêka girtiyên nexweş pirsgirêkek ehlaqî û wijdaniye. Em bang li dam û dezgayên civakî dikin kul i hemberî şertên girtîgehan û tayîbetyî jî li hemberî girtiyên nexweş zêdetir bi baldarî tevbigerin. Berpirsên her tabûta ji girtîgehan derdikeve dewlete, bi qasî dewletê jî yên ku wan tabûtan dibînin û dengê xwe dernaxin jî birpirsin.”


(zt)