Operayonên paqijkirina gundên Kobanê berdewam dike
10:36
JINHA
KOBANÊ - Şervanên YPG û YPJ'ê piştî azadkirina navenda Kobanê operasyonên xwe yên paqijkirina gundan didomînin. Di encama operasyonan de gundên Mumun, Mînaz, Çîxur, Çolbeg, Şêx Çopan û îstasyona Radyoya Dengê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Piştî şervanên YPG û YPJ'ê bi berxwedaneke dîrokî çeteyên DAIŞ'ê ji navenda Kobanê derxistin û Kobanê azad kirin operasyonên li hemberî çeteyên li gundên Kobanê bi cih bûn dan destpêkirin û operasyon berdewam dikin. Di çarçoveya operasyonên paqijkirinê de li aliyê rojava gundên Mumun, Minaz, Çixur û Çolbeg û avahiya Radyoya Dengê Kobanê ji çeteyan hate paqijkirin. Şervanên YPG û YPJ'ê girê Şehîd Êrîş jî ji çeteyan rizgar kir û li gir ala TEVDEM'ê hate daliqandin.
Di operasyona li rojhilatê başûrê bajar jî gundê Şêx Çopan ji çeteyan hate rizgarkirin. Di encama operayonan de gelek cebilxane û wesayîtekî bombebarkirî hatin destserkirin. Operasyonên paqijiyê berdewam dikin.
(zt)

