Şahida dîroka Kurdistanê
10:44
JINHA
RIHA - Dayika bi navê Mekiye Şêx Demîr ya ku di jiyana xwe de gelek şoreşgerên tevgera azadiya kurd naskir, der barê jiyana wan û hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îlankirina xweseriya demokratîk û gelek mijarên din de axivî. Dayika Mekiye da zanîn ku piştî şoreşger dîtin jiyana wê bi tevahî hatiye guherandin.
Di nava welatiyên Kobanê de gelek kes hene ku jiyana wan kurtasiya dîroka tevgera azadiyê ye. Dayika Mekiye Şêx Demîr (57) jî dayikek ji wane. Çîroka dayika Mekiye li bajarê Helebê destpêdike. Dema ku li Helebê gelek fermandarên kurd yên ku wekî Sakîne Cansiz (Sara), Kemal Pîr, Cahîde, Fermandarê biryarageha HPG'ê Murat Karayilan, Endamê Konseya Rêvber a KCK'ê Mustafa Karasu gelek pêşeng dîtine û bûye şahidê jiyana wan ya şoreşgerî. Dayîka Mekiye da zanîn ku ew bi hevalan re gelek xebat kirine û herî dawî hesreta xwe ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bi cih aniye û çûye cem Birêz Abdullah Ocalan. Dema ku behsa pêşengên şoreşa gelê kurd dike gelek hestiyar dibe û bi heyecanekê mezin wan bibîrtîne.
‘Em hatine welatekî azad bikin’
Dayika Mekiye dibêje ku dema ku PKK nû ke di nava Helebê de şert û mercên wî demî gelek zehmet bûn û wiha got:“ Kurek tenê yên min hebû navê wî Mihemed bû. Ew li Amedê şehîd bû. Mustafa Karasu, Sakîne, Kemal Pîr û Cahîde hatin mala wan. Bang li min kir û jimin re gotin ku heval hatine malê. Ez çûm min jê re got merheba. Me jê re got hûn hatine çi? Ji me re gotin ku em hatine ku welatekî rizgar bikin. Em pê kenîn. Me ji xwe re got em li Helebê ne em keyfa xwe dikin, jiyana me xweşe, ev hatine çi?”
‘Ez û Sakîne bi hevre dixebitin’
Dayika Mekiye got ku ew û Sakîne Cansiz bi hevre di xebitin û wiha axivî: “ Ez bi Sakîne re pir geriyam. Em diçûn me civîn çêdikirin, em diçûn cem malbatan ji me re digotin nehên cem me. Tevî wê jî em diçûn. Em diçûn alîkariyê ji me re digotin pereyê me tuneye. Me wê demî bi hevalan re pir zehmetî dît. Piştre Sakîne û Cahîde vegeriyan welat lê piştî demekî din carek din vegeriyan.”
'Dema di axivî her kes dibin bandorê de dima'
Der barê kesayeta Sara de dayika Mekiye dibêje ku hemû kesî pir jê hez dikir û wiha got: “ Dema ku em diçûn cihekî gelê me pir ji Sakînê hezdikir. Di gotin ku em hez ji axaftina wê dikin. Ez nizanim hema tiştek digot bê guman her kes diket dibin bandora axaftina hevala Sakîne. Mirovek çiqas hişk bûya jî em li hemberî axaftina hevala Sakîne nerm dibû."
‘Xatir xwest çû û êdî ne vegeriya’
Dayika Mekiye bîranîna xwe der barê têkiliyên xwe û Sakîne kir û wiha dirêjî da axaftinê xwe: “Em wekî dayik û keç bûn. Ji min re digot tu dayika minî, min jî jê re digot tuji dayika minî. Me xwarin heman sîniyê de dixwar, di heman cihê radiketin û dema ku em radiketin destê xwe dirêj dikir û di got serê xwe dane ser milê min û rakeve. Di sala 1991’an de çû nêzî 10 salan nehat. Rojekê yek hat li pişt min çavê min girt min temaşe kir ew Sakîne ye. Ji min re got te niha digot Sakîne şehîd ketiye. Piştî demekê vegeriya xatirê xwe ji min xwest û got dibe ku em êdî hev nebînin. Çû û li Ewrupa şehîd xistin.”
‘Heya ez Seroka Apo nebînim ez venagerim'
Dayika Mekiye diyar kir ku dema ku li Helebê ji bo hevalên li Lûbnanê alîkariya zexîre, cil û berg kom dikirin. Ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibîne çûye Lûbnanê û wiha pê de çû: “ Ez bi hevalan re bi tirenê çûn Lûbnanê. Wê demî navbera partiyê û dewleta Sûriyeyê nebaş bû. Hemû kes li sînor dihat vegerandin. Lê min got ew çi dikin bila bikin ez ê herim Serok Apo bibînim. Cihê serok lê dima wekî girêkî biçûk bû heta mirov bi zehmet serdiket. Dema ku em çûn destpêkê ji me re gotin ku qedexeye em biçin cem Serok. Lê min jê re got min rext û çeka xwe li xwe kiriye wekî we û heya ez bêhna Serok ne hildim ez ji vir naçim.”
Makiye der barê hevdîtina bi Rêber Apo re jî ev tişt anîn ziman: “ Em şevekê li bendê man û serê sibê saet 4:00’an de Serok hat. Yên dixwestin biçin destê wî jêre digotin qedexeye lê min got çi dibe bila bibe ez ê herim deste wî û ez çûm destê Serok. Em rûniştin û nêzî 4 saetan ji me re axivî. Tiştekî pir bandor li ser min kiribû. Wî demî pir germ bû û av jî tunebû. Av ji bo Serok anî lê Serok deste xwe jî nêzî nekir û ji ber ku wî ne vexwar tu kesî av venaxwar. Dema ku ez li cem serok min her tişt ji bir dikir."
‘Gel li hêviya Xweseriya Demokratîk bû’
Dayika Mekiye got ku piştî şer li Helebê pir mezin bû ew hatiye Kobanê û anî ziman ku gelê me bi îlankirina Xweseriya Demokratîk ve pir keyfxweş bû. Bi vê pergalê ve dewlet ji holê rabû û gel di bin zordestî û dagirkeriyê de rizgar bû. Hemû gundan digeriyan û hemû kes li qadekê berhev dibûn civîn pêk di anîn.
Li ser sînor endamê DAIŞ’ê derxist holê
Dayika Mekiye got ku ji beriya 5 mehan jî di nava xebatên partiye de cih girtiye û ji ber ku şervanên YPG/YPJ’ê israr kiriye ji Kobanê derketiye û hatiye ser sînor. Dayika Mekiye da zanîn ku dema li ser sînor wê endamekê çeteyan deşifre kiriye û wiha got: “Em 9 rojan bi hezaran kes 9 rojan li ser sînor mayîn. Rojekê di saet 13.00 şevê hat diqîrî û digot birevin ve DAIŞ hat gihişte we. Min serê xwe rakir yekî nêzî 30 salî bû. Bi hezaran gel rabû ser piyan. Min jê re got tu çima vî gelî ji xew radikî? Got birevin DAIŞ gihişt we ma hûn ne kurmancin û miletê me ne. Min got ev xayîne. Derdor jî ev tişt bawer nekir. Min got hevalên me dinava Kobanê de şer dikin çeteyên DAIŞ’ê kengî hat kete nav me? Roja piştre saet di 14:00'an d carek din wekir. Min ji ciwanan re gotin bigrin û ciwanan ew girt û me teslîmî şervanan kir. Piştî jêpirsîne derket holê ku xayîne û endamê DAIŞ’ê ye.”
‘Heya ez hembim ez wê şervanê ji bîr nakim’
Mekiye der barê berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê de jî yên li hemberî çekên giran yên çeteyên DAIŞ’ê, bi çekên sivik li berxwedida û cangoriya şervanên YPJ/YPG’ê wiha bi mînak vegot: “ Li cem me ciwanekê ji rojhilatê Kurdistanê hebû. Gihişt qoşlê dubare tanq tê û êrîş dike gund. Heval jî pir berxwedide û dema ku tanq dit ê xwe di avêje ser tanqê û bi xwe ve tanqê di teqîne. Ew şêr bû şêr û mirovî dil ne dida ku lê binere ewqas xortekî bedew bû. Heya cihan hebe em wî ji bîr nakin. Ger ew çalaki pêk ne anîba dibe ku ew tanq heta Kobanê hatiba û hemû gund ji holê rakiriba.”
‘Ez ji ber kurê xwe yê birîndar çûm lê min ew ji bîr kir’
Dayika Mekiye di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kurê wê jî di nava şervanên YPJ/YPG’ê de ye û di pevçûnekê de birîndar bûye û wiha domand: “ Lawê min nêzî 7 mehan li ser doçqayê bû lê tiştek wekî derzî di binê pê wî de çobû û birîndar bû. Destpêkê agahiya min pê tunebû. Dema ku min zanî ez çûm Kobanê li cem wî. Dema ku ez çûm cihê birîndaran ez pir hestiyar bûm. Gelek birîndar hebûn û ez çûm yek bi yek min maç kirin û min kurê xwe ji bîr kir. 3 ji hevalan lingê wan jê birîbûn."
‘Min soz da ez ê axa Kobanê maç bikim’
Dayika Mekiye got ku şervanên YPJ/YPG’ê niha jî jê re bêjin vegerin ew ê niha biçe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Min soz da ku dema ku ez pêngavê bavêjim Kobanê ez ê xaka Kobanê maç bikim."
(kom/zt)

