Jina Rojavayî ser sînor ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin

11:38

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jina  bi navê Nezahat Celal (30) ya ji Dêrik a Rojava hewl da ku derbasî Tirkiyeyê bibe, ji aliyê leşkeran ve bi guleyê hat qetilkirin.


Li ser sînorê navbera Dêrikê ya Kantona Cizîrê ya Rojava û navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh jinek bi guleyekê hatibû kuştin, wê cenazeyê wê ji bo otopsiyê bibin Amedê. Duh di seatên ber êvarê ji hêla leşkerên Qereqola Ugurluyê ku 30 kîlometre dûrî navçeya Cizîrê ye bangî ambulansê kiribûn û wê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li nexweşxaneyê nasnameya jina hat qetilkirin navê wê Nezahat Celale. Hate gotin ku bûyer li nêzî mezraya Şabanî ya gundê Basûskê pêk hatiye.


Hat hîn bûn ku hevserê Nezahat, berê reviyaye û çûye navçeya Tarsus a Mêrsînê û wê ew jî biçûna cem hevserê xwe yê li Tarsûsê. Cenazeyê Nezahat li morga nexweşxaneyê tê ragirtin. Li wir bi hatina dozgerê leşkerî, otopsiya pêşîn hate kirin. Duh heta derengiya şevê tiştek li ser cendekê wê nehatibû dîtin, leşkeran dest danîbûn ser nasname û amûrên pê re. Li gorî otopsiya pêşîn, guleyek li ranê wê ketiye û ji singa wê derketiye. Piştî rapora balîstîkê wê gule ji çeka leşkeran hatiye derketin an na wê derkeve holê. Li gor nasnameya li ser derketî, Nezahat zewicandî û eslê xwe ji bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ye. Dema ku bûyer hat bihîstin Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, Hevserokê HDP navçeyê Ali Akdeniz û DBP yî çun nexweşxanê. 


Hate ragihandin ku piştî otopsiya li Amedê bê kirin, heke heta wê demê tu xizmên wê dernekeve dê cenazeyê Nezahat radestî Şaredariya Cizîrê bê kirin û li goristanê bê definkirin.


(zt)