Hêzên kurdan Mekteba Xalid rizgar kirin

11:44

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya HPG’ê ya Kerkûk û Mexmûrê diyar kir ku hêzên wan û pêşmergeyan serê vê sibê Mekteba Xalid a Kerkukê ji çeteyan rizgar kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê Fermandariya HPG’ê ya Kerkûk û Mexmûrê ragihand ku şevê din çeteyên DAIŞ'ê êrîşê gundê Telwerdê, Miryem Beg, Mekteba Xalid kirin. Di encam de Telwerd û Mekteb Xalid ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê. Fermandariyê diyar kir ku serê sibê hêzên HPG'ê û YJA-Starê ji bo alîkariya pêşmergeyan çûn Mekteba Xalid. HPG'ê bi pêşmergeyan re bersiva çeteyan da û di encamê de Mekteba Xalid ji destê çeteyan hat rizgarkirin. Di şer û pevçûnan de 3 endamê HPG'ê birîndar bûn.”

Fermandariya HPG'ê ragihandin ku gundê Telwerdê hê jî di destê çeteyên DAIŞ de ye, şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

(zt)