Banga jinan ya ji bo kampanyeya ‘Ji Ocalan re Azadî’
12:16
JINHA
AMED – Jinên kul i Farqînê kampanyeya ‘Ji Ocalan re Azadi’ berdewam dikin diyar kirin ku ew deyîndarên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanin û gotin: “Rêbertî jin ji rolê wan yê koletiyê derxistiye û ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û xwe bi xwe birêve bibin pêşengî kiriye. Ser vî bingihî banga me ji bo hemû jinane li kampnayayê xwedî derkevin û tevlî xebatên kampanyayê bibin.”
Piştevaniya ji bo kampanyeya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku ji aliyê Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî ve hatî despêkirin bedewam dike. Kampanyeya k udi 15’ê Sibata sala 2014’an de despêkiriye dê di 15’ê Sibata 2015’an de bidawî bibe. Dê îmzayên hatine berhevkirin ji TBMM, Parlementoya Ewrupa, NY û saziyên dinê yên peyîwendîdar re bên şandin. Kampanyeya îmzayan li kolan, tax, gund û semtan berdewam dike. Jinên ku beşdarî kampanyayê bûn dan zanîn ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne tenê azadiya gelê kurd di heman demê de azadiya hemû gelên Rojhilata Navnîne.
‘Girtina Rêbertiyê girtina jinane’
Ji jinên beşdarî kampanyayê bûyî Hamdiye Bilgeç anî ziman ku ew weke jinên kurd minedarê Birêz Abdullah Ocalanin û wiha got: “Rêbertiyê girêdayî jinan gelek dahurîn kirine. Jin ji rolê koletiyê derxistiye û ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û xwe bi xwe birêve bibin pêşengî kiriye. Dema ku em li Rojhilata Navîn dinêrin mirov dibîne ku em hinek jî wê jiyana hêsan ya hatî ji ber kirin durketine. Girtina yê ku ev hemû ji bo jinan kiriye di heman demê de girtina jinane. Ji ber wê jî banga me ji herkesê re ye bila ji 7 heta 70 salî li kampanyayê xwedî derkevin û alîkariyê bidin. Divê em jin azadiya xwe bifikirin, derî derî bigerin û îmzayan berhev bikin.”
‘Em deyîndarê Rêbertiyê ne’
Hamdiye bilêv kir ku her dem civakê jin di pilana paş de hêlane, lê bi saya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jin din ava civakê de bûne xwedî vîn û wiha domand: “Jinan xwe bi Rêbertiyê naskirin. Jinên ku şidet didîtin, ji aliyê hevserê xwe ve dihatin darb kirin û serê sibê heya êvarî hemû jiyana xwe din ava çar dîwaran de derbas dikirin piştî ku berhemên Rêbertiyê xwendin ev hemû hatin guhertin. Jin bi hemû êşên xwe re ru bir u bûn û ji xwe re gotin ‘Em jinin ne kolene.’ Ji ber wê jî em jin di gelek aliyan de deyîndarê Rêbertiyê ne. Ji bo Rêbertiyê ma serê sibê heya êvarî berhevkirina îmzayan çîye. Bêxwestin bêyî em rakevinî, bixwin û vexwin emê bigerin û îmzayan kombikin.”
‘Bu dengê hemû gelên bindest’
Asya Şîmşek jî bilvê kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê kurde û wiha berdewam kir: “Ne tenê kurdan hemû gelên cîhanê xwe bi Rêbertiyê naskirin. Kesê qêrînên me yên qirkirin, perçiqandin û tunekirinê nedibihîstin, Rêbertiyê em bi hemû cîhanê dan bihîstin. Rêbertî ne tenê bû dengê gelê kurd, di heman demê de bû ji bo hemû gelên cîhanê yên tên perçiqandin bû deng û li gel wan cîh girt. Ji kesê hêrs negirt her dem ji bo hemû gel bi hev re din ava aramiyê de bijîn ked da. Me kurdan gotine ‘Ez kurdim’ bi hebûna Rêbertiya xwe cesaret kir û got. Em jinên kul i ti cihan mafê mey ê gotinê ne mabû niha di parlementoyan de cîh digirin. Heger ku îro jin di parlementoyan de cîh digirin, rêveberiya navend û navçeyan dikin ev hemû bi saya dahurînên Rêbertiyê ne. Em dixwazin her kes beşdarî kampanyayê bibin û her kes ya ji destê wan tê destê xwe bixin bin ber de.”
(zt)

