Berxwedêrên li ser sînor sembola azadiyê Kobanê silav kir

12:20

 


JINHA


RIHA  - Di çarçoveya piştevaniya berxwedana Kobanê re li gundên sînor ên nobet lê tê girtin de, piştî berwedana bêhempa û agahiyên serkeftinê bi operasyonên rizgar kirinê re sedan welatiyên li gundê Mehser û Miseynterê hatin cem hev bi zincîra mirovan berxwedan silav kir.

Piştî ku navenda bajarê Kobanê ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve hate azadkirin, berxwedana nobetê ku roja yekemîn a berxwedanê de dest pê kiribûn di roja 138’an de jî berdewam dike. Bi sedan welatiyên ku li gundên Mehser û Miseynterê hatin cem hev destên hev girtin, berê xwe dan Kobanê û serkeftina Kobanê û mîmarên serkeftinê şervanên YPG/YPJ’ê silav kirin. Welatiyên ku wêneyên şervanên li Rojava jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin û bi rêz girtinê dest bi çalakiya zincîra mirovahiyê kirin û bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Bi dirûşmên "Biji Serok Apo", “Bijî Kobanê ya azad", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG/YPJ" û "Bê Serok jiyan nabe" Kobanê silavkirin. Berxwedêrên nobetê yên li ser sînor carek din diyar kirin ku hetanî tehdîdên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Kobanê û hemû Rojava bi dawî nebe ew ê çalakiyên xwe yê berxwedana nobetê bidomînin. 

Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê welatiyên her du gundan li qadên jiyanê yên hevpar de xebata paqijiyê dan destpêkirin.

(zt)