Jin ji kongreya dîrokî re amade ne
13:02
Nurcan Yalçın / JINHA
AMED -Tevgera Jinên Azad û Demokratîk(DOKH), di navbera 31 Çile -01 Sibat'ê de li Amed'ê bi şîara 'Civaka Demokratîk û Kurdîstanê' dê 1'emîn Kongreya xwe li dar bixin. Ji bo kongreyê bi tevahî 501 delege û jinên ji welatên cuda yê cîhanê dê tevlî bibin. Endamên DOKH'ê diyar kirin ku kongre encama keda 23 salan e û ew ji bo kongre yê amade ne.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) di vê pêvajoya gihiştî de ji bo jin ji dînamîkên xwe yê xweser pêk bînin û bi lebatî têkoşînê bilind bikin di navbera 31 Çile - 01 Sibatê de li Amedê bi şîara 'Cîvaka Demokratîk û Kurdîstanê' dê 1'emîn kongreya xwe ya jinê pêk bînin. Ji bo kongreyê amadekariyê ku li Salona Werzîşê ya Kayapinarê dihat kirin jî temam bûye. Jinên DOKH'ê anî zîman ku bi kelecanek mezin dê benda kongreyê bin.
'Em coş û kelecanek mezin dijîn'
Aktivîsta DOKH'ê Zeynep Boga, bal kişand ser giringiya kongreyê û diyar kir ku ev kongre encama keda 23 salan e û wiha got: ''jin heta niha xebatên xwe ser navê DOKH'ê dimeşand. DOKH piştî 11 salan vegûherî kongreyê. Em ji bo vê coş û kelecanek mezin dijîn û bi her awayî ji kongreyê re amade ne. Têkoşina jinê ya azadiyê xwe heta vê merhaleye anî. Jin heta niha him ji alî malbatî him civakî rastî gelek zehmetî û tengasiyê hatin lê êdî jin ser jiyana xwe xwedî biryar in.
'Ji bo jinên rojhilata navîn dê gavekî giring be’
Zeynep diyar kir ku, jin bi hêzek mezin cara yekemîne diçe kongreyê û got: ''Di sala 21'emîn de pîştî nakokiya neteweyî nakokiya zayendî tê. Di vê sed salê de pêşketina herî mezin di têkoşîna jinê de çêbû. Ev kongre ji bo jinên cîhanê û rojhilata navîn dê gavek pir girîng be lê ne gava dawîyê be. Bi îrade û baweriyek mezin emê xebatên xwe bidomîne. Ez ji niha de kongreyê ji bo jinên rojhilata navîn û hemû jinên kurd piroz dikim.”
'Sed sala 21'emîn a jina û gelan e'
Ji aktivîstên DOKH'ê Sozdar Gokçe jî anî ziman ku, amedekariya kongreyê coş û kelecanekî mezin derxistiye holê û axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Serok Apo ji bo sedsala 21'emîn dîbêje 'sed sala jina û gelan'. Bi rastî jî niha bi berxwedana Kobanê em dibînin ku vînekî netewî û gerdûnî derketiye pêş.Hemû gel li derdora Kobanê bû yek. Ev jî diyar dike ku fikrên Serok Apo di nava jiyanê de cîhê xwe girtiye.
'Bi hemû jinan re kongreya xwe pîroz dikin'
Sozdar , diyar kir ku sedsala 21'emîn ji bo jinan dê bibe sedsala azadiyê û wiha axivî:'' jinên kurd bi vî kongreyê dê ji bo hemû jinên cîhanê re pêşengtî bike. Em ji vê yekî serbilind û kêfxweş în. Emê bi hemû jinan re kongreya xwe pîroz bikin.''
'Divê jin di bin bana kongreyê bibin yek'
Endamê DOKH'ê Fatma Gul ji kêfxweşiya xwe ya li hemberî kongreyê anî ziman û got: ''Jin li Rojhilata Navîn 5 hezar berê windahiyek mezin jiya lê dîsa jî berxwedan, hêz û keda jinê tû car winda nebû. Têkoşîna jinên kurd her tim bilind bû. Berxwedana Kobanê bi hêza jinê û yê gelê kurd derket holê. Kongre jî vê hêza mezin dê nîşanî cîhane bide. Ez bawer dikim ku di kesayeta jinên kurd de dê hemû jin bî wekhevî, azad û demokratîk bijîn. Lê ji bo vê divê hemû jin di bin banê kongreyê de bibin yek.”
'Serkeftina Kobanê hêzek mezin da me'
Aktivîsta DOKH'ê Zahîde Besî diyar kir ku jinên kurd heta hatin vê merhelê gelek zehmetiyan kişand û bedelên pir giran dan. Zahîde axaftina xwe wiha domand: ''Meşa berxwedana jinê bi Sarayan dest pê kir û niha gihişt milyonanan. Serkeftina Kobanê jî hêzeke mezin da me. Bi vê ruhê serkeftinê em kongreya xwe pêk tinin. Ev ji bo jinên Kurd, Rojhilata Navîn û hemû jinên cîhanê re serkeftînek nîşan dide. Ji bo desthilatdaran re jî dê bibe bersiv ku êdî nikarin polîtqayên xwe yen qirêj bi hêsanî bidomînîn.”
'Jin divê ber xwe bidin'
Zahîde anî ziman ku, jin bila li mafê xwe xwedî derkevin û tevlî meşa azadîyê bibin û wiha berdewam kir: ''Jin bila bizanibin ku ne neçar in. Tevgera azadiya jinê alternatîfan afirandiye lê divê jin ber xwe bidin. Berxwedan tune be serkeftin jî çê nabe.ji hemû jinan re serkeftinê dixwazim''
'Jin rojên gihiştina nasnameya xwe dijîn'
Parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku dema biryara tevgerê hat girtin coşek mezin derketibû pêş û wîha got: ''Tevgera jinê bi bedel û kedekî mezin nirxên giring afirand. Niha di bin bana kongreyê de jin rojên gihiştina nasnameya xwe bi hemû deng û rengên jinên kurdîstanî re dijîn. Rojên pêşiyê dema rêxistina jinê nû ava dibû kelecanek çawa dihat jiyandin niha jî bi heman coş û heyecan amadekariya kongreyê tê kirin.''
'Dê rengê jinê derkeve holê '
Aktivîsta DOKH'ê û endamê komîteya amedekariya kongreyê Servet Oner, diyar kir ku nêzî 2 mehe bi amadekariya kongreyê re mijûl dibin û got:''Kongreya me ya yekemîn ji bo me pir giring e. Kongre ji bo jinên Kurd û Rojhilata Navîn gavekî nû ye. Armanca me ewe ku di kongreyê de bi her awayî rengê jinê derkeve pêş. Ji bo vê jî me salona kongreyê bi rengê jinê xemiland. Amedekariyên me xelas bûme. Ji bo hemû hevalên me yê ku beşdarî kongreyê dibin serkeftin dixwazim.”
(ch/zt)

