Kobanê wê ji nû ve bê avakirin

13:24

 


JINHA


KOBANÊ – Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê bi armanca ji nû ve avakirina Kobanê, bi navê Desteya Jinûve Avakirinê desteke nû ava kir.

Meclîsa Rêveber a Kobanê derbarê mijarê de li Qada Azadiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û agahiyên berfireh dan. Di daxuyaniya ku Serokê Meclîsê Enwer Mislim û serokên desteyan amade bûn de, Berdevkê Fermî yê Meclîsê Îdrîs Neesan axivî û diyar kir ku Meclîsa Rêveber di 10'ê kanûna 2014’an de civîna xwe li dar xistiye û rewşa giştî ya Kobanê nirxandiye. Îdrîs diyar kir ku di nirxandinan de pêdiviya avakirina desteyeke ji nû ve avakirinê hatiye vegotin û piştî ku navenda kantonê di 26’ê çileya 2015’an de ji çeteyan hate peqijkirin jî, meclîsê dest bi amadekariyên avakirina desteyê kiriye û di 30'ê çileya 2015'an de jî Desteya Jinûve Avakirinê îlan kiriye.

‘Divê em bala cîhanê bikişînin ser vê hilweşandinê’

Îdrîs, da zanîn ku herêma Kobanê ev nêzî 2 salan e rastî êrîşên dijwar tê û di encamê de li bajar û gundên wê hilweşandinek pêk hatiye. Îdrîs Neesan anî ziman ku armanca êrîşên ku ev 4 mehe bi dijwar didome jî ew e ku kantonê ji mirovan vala bikin û li gorî planên ji aliyên hêzên tarî ve hatine çêkirin, guhertineke demografîk çêbikin. Îdrîs Neesan, di encama êrîşan de binesaziyabajar hatiye hilweşandin, talankirin û dizî pêk hatiye û wiha dom kir: “Ji me tê xwestin ku em bi awayekî lezgîn bala cîhanê, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) bala rêxistinên mirovî û navnetewî bikişînin ser vê hilweşandinê da ku erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk bînin.”

‘Wê ziyanan tespît bike’

Îdrîs da zanîn ku Meclîsa Rêveber a Kantonê di çarçoveya vê berpirsyariyê de, desteya jinûve avakirina Kobanê ku ji kesayetên pispor pêk tê ava kiriye û erka desteyê wiha vegot: “Ev deste desteya mirovî ye. Ji çend kesan û kesên pispor ku ji destpêkê êrîşan û heta niha ji hemû geşedanan haydarin û nûnertiya hemû pêkhateyên kantonê dikin pêk tê. Ev kes amade ne ku bi erka xwe re ra bin, ziyan û zirar tespît bikin, binirxînin û qeyd bikin. Deste wê lêkolînê bike û di encama lêkolînên xwe de planekê amade bike û bi aliyên ku dixwazin di warê pisporiyê de alîkariyê bikin têkiliyê deyen. ”

Berdevkê Meclîsê Îdrîs, bang li hemû aliyan kir ku piştgiriya herêmê bikin û pêşniyar û nêrînên xwe pêşkêş bikin. Îdrîs, got ku ev erk jî herî zêde dikeve ser milê akademisyenan.

(zt)