‘Bila her kes ji bo avakirina Kobanê bênavber bi xebite’
13:31
JINHA
RIHA - Koordînasyona Krîzê ya Kobanê li hêwana konferansa Şaredariya Pirsûsê di derbarê avakirina Kobanê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê HDP Îbrahîm Ayhan axivî û got: "Avakirina Kobanê peywira mirovahiyê ye, ne ê kurdan tenê ye. Yên ji xwe re dibêjê ez mirovom divê destên xwe têxin bin kevir û ji bo Kobanê çi ji destên wan tê dê bikin. Ji bo vana çê bibe jî divê deriyê sînor jî bê vekirin û çûnin û hatin bê serbestkirin."
Koordînasyona Krîzê ya Kobanê li hêwana konferansa Şaredariya Pirsûsê di derbarê avakirina Kobanê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlementerê HDP Îbrahîm Ayhan, Hevşaredarê Sûrê ya Amedê berê û peywirdarê dîplomasiyê ya KCD Abdûllah Demîrbaş, Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava Farûk Tatli cîh girtin. Parlementerê HDP Îbrahîm Ayhan li ser navê girseyê axivî. Îbrahîm got ku, şervanê YPG/YPJ'ê nêzî 5 mehan bi çeken sivik, li hemberî tang û topên çeteyan berxwe dan û piştî roja 135'emîn de navenda Kobanê ji çeteyan paqij kirin.
'Xetereya çeteyan hîn li ser Kobanê heye'
Îbrahîm diyar kir ku di encamê vî şerê giran de ji sedî 80'ên Kobanê hilweşiya ye û bi lêv kir ku divê her kes ji bo avakirina Kobanê seferber bibin û piştgiriyê tên dayîn Kobanê bênavber bidom e. Îbrahîm destnîşan kir ku ji bo avakirina Kobanê ji nu de bê avakirina Kobanê bi pêşengiya Koordînasyona Krîzê ya Kobanê tên meşandin û wiha axivî :"Heta niha jî alîkarî bi ser navê koordînasyona dihat meşandin û dê avakirina Kobanê her wiha dîsa bi vî awayî bên meşandin. Heta niha alîkarî çawa dihat meşandin, bila bênavber bi vî şeklî bidom e. Navenda Kobanê û çend gundê wê ji çeteyan paqij bû ye. Xetereya çeteyan hîn li ser Kobanê heye. Divê alîkarîyê leşkerî jî bên kirin."
'Divê deriyê sînor jî bê vekirin, çûnin û hatin bê serbestkirin'
Îbrahîm anî ziman ku li Rihayê nêzî 120 hezar welatîyên Kobanê heye, li Pirsûsê jî 70 hezar kes heye û wiha domand: "Veger jî divê despê bike û ji bo vegerê jî em amade bin. Ji avakirinê pêdiviya mirovan û pereyan jî heye. Divê ew pêdivî bên dîtin. Ji ber ku gelê Kobanê dixwazin demildest biçin welatê xwe, divê em jî destên xwe bi lez bigrin û em ji gelê xweyî Kobanê, Kobaniyak nu avabikin. Pêdiviya saziyên sivîl û xebatkarên dildar heye. Avakirina Kobanê peywira mirovahiyê ye, ne ê kurdan tenê ye. Yên ji xwe re dibêjê ez mirovom divê destên xwe têxin bin kevir û ji bo Kobanê çi ji destên wan tê dê bikin. Ji bo vana çê bibe jî divê deriyê sînor jî bê vekirin, çûnin û hatin bê serbestkirin."
(kom/zt)

