Ji ber toreyên namusê Nêrgiz hat serjêkirin
13:57
JINHA
EFRÎN - Kesê bi navê Mihemed Mehmûd (31) yê ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê xwîşka xwe ya bi navê Nêrgiz Mehmûd (20) di bin navê namûsê de serjê kir.
Şevê din li taxa Eşrefiyê ya Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Mehmûd xwîşka xwe ya bi navê Nêrgiz Mehmûd di bin navê namûsê de bi kêra mitbaxê serjê kir. Piştî bûyerê cîran hêzên Asayîşê agahdar kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê tavilê berê xwe dan cihê bûyerê û lêkolîn dane destpêkirin. Di dema lêpirsînê de birya Nêrgizê bi navê Ekrem Mehmûd (22) bûyer girt ser xwe. Lê piştî lêpirsînê li birayê xwe Mihemed mukir hat û rastiya bûyerê vegot. Hêzên Asayîşê berê xwe dan mala Mihemd û ew girtin. Her wiha cenazeyê Nêrgizê ji bo karûbarên otopsiyê birin nexweşxaneya Avrîn.
Derbê bûyerê de lêpirsîn hîn didome.
(zt)

