69 rojnamevan li Kobanê ne
16:16
JINHA
KOBANÊ - 69 rojnamevanên ji gelek welatên Cîhanê ji bo ku dîmenên Kobana rizgarkirî ji raya giştî re ragihînin, di deriyê sînor re derbasî Kobanê bûn.
Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê çete ji Kobanê derxistin û aramî lê bi cih kirin, gelek rojnamevanan merq kir ku Kobana rizgarkirî bibînin û wêne û dîmenên bajar yên piştî şerê 4 mehan ji raya giştî re raghînin û hevdîtinan bi şervanên YPG/YPJ’ê yên ku li dijî çeteyan li berxwe dan û çete ji bajar dersxitin re pêk bînin. Bi vê armancê jî, îro 69 rojnamevanên ji gelek welatên dinyayê di deriyê Sînor re derbasî bajarê Kobanê bûn. Rojanmevan ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim ve hatin pêşwazîkirin û piştre berê xwe dan navenda bajarê Kobanê. Rojnamevan li nava kolanên bajar geriyan û hiweşeandin û wêrankirina ku çeteyan li bajar pêk aniye bi çavên xwe dîtin.
Di nava rojnamevanên ku derbasî Kobanê bûne, her wiha nûnerên Rêxistinên Alîkariyên Mirovî yên Cîhanî ku ji bo lêkolînkirina rewşa bajar hatine jî hene.
(zt)

