'Azadiya Ocalan azadiya hemû gelane'
09:06
Mizgin Tabu / JINHA
STENBOL- Kampanyeya ‘Ji Ocalan re Azadî’ berdewam dike û ji hemû kesîmên civakî tevlîbûn heye. Di derbarê kampanyeya îmzayan ya ku 15’ê Sibata 2014’an despêkirî û dê di 15’ê Sibata 2015’an de bidawî bibe de Rêvebera Navenda HDP’ê ya Stenbolê Seyri Îmek axivî û diyar kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di serî de azadiya gelê kurd û hemû gelane.
Ji bo kampanyeya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku ji aliyê Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadiya hatî despêkirin ve berdewam dike û ji hemû kesîman tevlîbûn heye. Kampanyeya ku 15’ê Sibata 2014’an despêkirî dê 15’ê Sibata 2015’an bidawî bibe. Dê îmzayên di çarçoveya kampanyayê de hatîn komkirin ji TBMM, Parlementoya Ewrupayê, Netewên Yekbûyî (NY) û hemû saziyên peyîwendîdar re bê şandin. Ji berhevkarên kampanyeya îmzayan Rêvebera Navenda HDP’ê ya Stenbolê Seyri Îmek di derbarê bedewam kirina kampanyayê de wiha got: “Ji bo azadiya Rêberê xwe em weke gel û partî çî ji destê me bê emê bikin. Ji ber azadiya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê azadiya gelê kurd azadiya hemû gelane.”
Ji hemû kesîman piştevanî heye
Seyri girêdayî 2 salên komkirina îmzayan wiha axivî: “Em bil ez kampanyeya xwe ya îmzayan berdewam dikin. Ne tenê kurd ji hemû gelan alîkariya ji bo kampanyayê tê. Ez weke jinekê naxwazim êdî şer bedewam bike. Dema ku Rêber Apo azad bibe dê hemû gel û jin jî azad bibin.”
‘Bi salan eli qadan em ji bo aştiyê qêriyan’
Zeynep Bulut ya k udi nava xebatên berhevkirina îmzayan de cîh girtî jî wiha axivî: “Divê hemû hevalên me din ava vê kampanyayê de cîh bigirin. Em dixwazin bi vê kampanyayê re hevalên me yên girtîgehan jî azad bibin. Em êdî şer naxwazin. Ji ber wê jî bi salane em li qadan ji bo aştiyê qêriyan.”
(zt)

