Welatiyê Kobanê navê lehengên kurdan li zarokên xwe dikin

09:30

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin li Pirsûsê di konbajaran de bi cih bûn û tenê daxwaza wan vegera Kobanê ye. Gelek malbatê Kobanê navê zarokên xwe navên lehengên li Rojava di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane navên weke Kobanê, Rojava, YPJ û Ala Kurdan. Dayika Ala kurdan, Hemîde Henîf da zanîn ku ji bo jiyandina nirxên welatê xwe navê Ala Kurdan li zarokê xwe kiriye.

Di şoreşa Rojava de gelek nirx hatine afirandin. Bi YPJ/YPG’ê ve parastina nirxên mirovahiyê hatin parastin û ev hişmendiyê bi tevahiya cihanê re hat parvekirin. Gelê kurd tiştên ku bi sed salane jê re hesret mane, bi berxwedana Kobanê de didin jiyîn û vê hêviya xwe di nava navên zarokan de dide jiyandin. Malbata ‘Ala Kurdan’ yê ku di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimînin da zanîn ku ji ber ku sed salan e ew bi hesreta ala xwe jiyan kirine wan navê zaroka xwe kiriye ‘Ala Kurdan’.

‘Ala Kurda li Kobanê hat dinê’

Dayika Ala Kurdan ku 8 mehiye , Hemîde Henîf (32) da zanîn ku ew 3 caran koçberbûne û dema ku herî dawî dema ku vegeryane Kobanê zarokê wan Ala Kurdan ji dayik bûye û wiha axivî: “ Em ji ber çeteyan reviyan û çûn Raqqayê lê hatin wir û em hatin Kobanê. Lê çeteyên gemar hatin êrîş li ser me kir. Dema ku em li Kobanê zarokê me Ala Kurdan hat dinê. Me jî di zanî ku ji ber ala me ev êrîş li ser me tê kirin û me navê wê kir Ala Kurdan. Hêviya xwe me li navê zarokê xwe kir.”

‘Me xwest navê zarokê me bi rûmet be’

Dayika Hemîde got ku gelê kurd her tim gelek zilm û zordestî dîtiye û wiha domand: “Gelê kurd di dîroka xwe heya niha her tim di bin zilmê de maye. Em her derê zext û êrîş li ser me hatine kirin û em tên qetilkirin. Me xwest em rûmeta gelê kurd bi navê zarokê xwe bikin. Hesreta azadiya gelê kurd, dewleta Kurdistanê hundirê me şewitand. Me jî xwest ku navê wê bi navê kurdî bikin. Di nava konbajaran de gelek malbatan navê zarokên xwe kirin Ala Kurdan, Azadî, Kobanê, Rojava û navên lehengê kurd zarokên xwe kirine.” 

(kom/zt)