Banga ji bo Girtîgeha Şakranê: Guncaw nêzî zagonan bibin!

09:47

 


Ceren Karlıdag / JINHA


İZMİR – Piştî bêmafiyên li Girtîgeha Jinan ya Şakranê ji Komeleya Hiquqnasên Azad Parêzer Nuri Keserci bi girtiyan re hevdîtin pêkanî û got: “Îdara girtîgehê li gorî xwe zagonan lidar dixe. Emê bibin şopdarên van bêmafiyan û divê îdara girtîgehê jî li gorî zagonan tevigerin.


Di mehên derbasbûyî de îskenceya li Girtîgeha Şakranê ser jinan tên kirin cardin ket rojevê. Girêdayî îskenceya li Girtîgeha Şakranê ser jinan tê kirin ji Komeleya Hiquqvanên Azad Parêzer Nuri Keserci li gel girtiyan hevdîtin kir û di derbarê hevdîtinên ku kirine de nirxandin kir. Nuri diyar kir ku di kanuna sala 2014’an de kowişa jinan ya B1 ji aliyê memurên înfazê ve lêger ser wan hatiye sepandin û jinan jî gilî kirine û wiha got: “Jinên k udi derbarê memurên înfazê de gilî kirine di derbarê wana de doz hatin vekirin, mehek ceza hatin dan û 15 roj jî cezayê hucrê hatin dan. Jinan serî li Dadgeha Cezayê Giran dan û cezayê ji bo wan hatiye dayîn îtiraz kirin.”


Ji jinên hevalên xwe yên hucrê de meraq kirine û deng derxistine jî ceza!


Nuri dozên berê bi hincetên “teşwîqên raperînan” û “ziyan dayîna malên kamuyê” li girtiyên jin hatine  vekirin bibîrxist û wiha domand: “Hîna dadgehê encam nedayî, îdara girtîgehê û mudurên înfazê bi sepandinên keyîfî girtî xistin hucreyan. Li gel vê jî hevalên wan yên di kowişên dinê de dema ku rewşa hevalên xwe yên li kowişa B1ê dimînin mereq kirine û deng derxistine ji bo wan jî ceza dane.”


‘Piştî nameya Ocalan şidet zêdebû’


Nuri bilêv kir ku wan tundiya ser girtiyên jin tên kirin pirsiye û got: “Ji dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2014’an de ji bo jinên girtî name şandî heya niha tundiya ser wan zêde bûye. Name wê demê ji aliyê Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan ve hatibû dayîn. Li gel wê jî nameyek dikare bibe sedema derxistina kaosê.”


Dest dane ser pirtûkên girtiyên mêr jî


Nuri destnîşan kir ku wan li Girtîgeha Şakranê li gel du girtiyên mêr re jî hevdîtin kiriye û wiha domand: “Dest dane ser pirtûka Birêz Abdullah Ocalan ya bi navê ‘Manîfestoya Kurdistanê’ jî. Lê ev pirtûk ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve hatiye serbestkirin. Her wiha pirtûka Muslum Yucel ya bi navê ‘Amara’ bêyî ku ti sedemên zagonî nîşan bidin dest danîn ser. Îdare li gel zagonên bi xwe daniye tevdigere.”


Nuri da zanîn ku dê şopdarên wan kirinên li girtîgehan ser girtinayan tên sepandin bibin û divê îdara girtîgehê jî li gorî zagonan tevbigere.  


(zt)