Dayika şoreşgeran şervanên xwe silav kirin

10:09

 


JINHA


RIHA - Dayika 3 şervanên YPJ/YPG’ê Fatmê Huseyin ya ku di nava konbajarê "Şehîd Gelhat" de dimîne da zanîn ku 3 zarokên wê di nava şervanên YPJ/YPG’ê de ne. Dayika Fatmê got ku her tim bi zarokên xwe ser bilinde û dixwaze ku zarokên wê yê din jî tevlî şervanên YPJ/YPG’ê bibin.

Welatiyên Kobanê yên ku di nava konbajaran de dimînin her yek xwedî çîrokin. Her malbatên hatin li ser axa xwe penaber bûn ji li hêviya serkeftinê ye û li hêviya zarokên xwe yên YPJ/YPG’ê ne. Dayika bi navê Fatmê Huseyin (60) jî 3 zarokên wê di nava şervanên YPJ/YPG’ê de cih girtiye û tevlî berxwedana Kobanê bûne. Her wiha keça Fatmê Huseyin, Meysa Bozan (24) jî da zanîn ku ew bi tevlîbûna xwişk û birayên xwe ve serbilind e û dixwaze ew jî tevlî berxwedana Kobanê bibe.

‘Heya dilopek xwîna me em ê welatê xwe bernadin’

Dayika Fatmê da zanîn ku dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş li ser Kobanê kirin ew bi birayê xwe re di nava gundiyan geriyane û ji gundiyan re gotiye ku heya mirinê ew ê welatê xwe bernadin û wiha axivî: “ Me ji gundiyan re got zarokên me niha di nava şerde ne û em wan bernadin. Lê hemû kes koçberbû û me jî nikaribû ku bi serê xwe li wir biman em jî koçberbûn. Em 10 rojan li ber sînor man û dîsa em vegeriyan bajar. Wê demê kurê min birîndar bû û hate cem me. Piştre ji ber ku şer dijwar bû em vegeriyan aliyê bakur. Me ne dizanî ku em li wargeha AFAD’ê bicih bibûn. Lê piştî ku min zanî konbajarê hevalan hatine vekirin min got ez ê biçim heriyê bixwim ji zêrên dijmin çêtire.”

‘Ez bi tevlîbûna zarokên xwe ser bilindim’

Dayika Fatmê got ku destpêkê kurê wê tevlî YPG'ê bûye û wiha got: “ Dema ku kurê min tevlî YPG'ê bû min ji jî hevalan re got ku ez ji we û kurê xwe keyfxweşim. Tevlîbûna wî ez keyfxweş kirim. Salekê piştre vegeriya û gote ez ê her du xwişkên xwe jî bi xwe re bibim. Min û bavê wî her duyan jî jê re got ku ser seran ser çavan. Tu rê ji vê rê pîroz tir tuneye û hersê çûn. Keça min li Şêlanê birîndar bû. Niha jî her duyên din di nava berxwedanê de ne û ez hem wan hem jî bi hemû hevalan keyfxweşim. Ez dayika 3 hevalan im û ez bi vê serbilindim. Ez hemû şervanên YPJ/YPG’ê û Serok Apo silav dikim.”

‘Me bi îradeya xwe biryar da’

Meysa Bozan jî got ku divê hemû ciwan tevlî berxwedana Kobanê bibin û wiha axivî: “Ev şer hemû ji bo zimanê me û rûmeta me ye, li ser welatê me çanda me û jiyana me tê meşandin. Em xwîna xwe li ser axa xwe dirêjin. Dibe ku 3 xwîşk û birayên di nava berxwedanê de hebin lê ez jî dixwazim tevlî berxwedanê bibim. Em hemû bi xwestek û bi îradeya xwe biryar didin û malbata me ji bo biryarên me tu car nebû asteng. Dema ku xwîşk û birayên min tevlî YPJ/YPG'ê bûn dayik û bavê min bi vê yekê gelek keyfxweş bûn. Ez hemû şervanên YPJ/YPG’ê û ji Serok Apo re silavên xwe dişinim.”

(kom/zt)