Bêtehemûliya DAIŞ’ê ya li hember jinan!
10:46
JINHA
KOBANÊ - Li navenda bajarê Kobanê ku di berxwedana pêşengiya YPJ’ê hat azadkirin, li xaniyekî ku çete lê bicih bibûn di wêneyê jin û mêrekî yê bi dîwar daliqandî ku rûyê jinê hatiye gulekirin, dijmintiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember jinan careke din nîşan da.
Piştî berxwedaneke destanî ya 134’an 26’ê Çileyê ku Kobanê hat azadkirin, di nav avahiyên hilweşandî de şopên giran ên şer derdikevin ser rûyê erdê. Li kolanên ku ji çeteyan tên paqijkirin, hin detayên ku tên dîtin dijmintiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember nirxên mirovatiyê careke din nîşan dide. Li rojhilatê bajêr di nav xirbeyên xaniyan de ku em geriyan, di wêneyekî çarçovekirî yê jin û mêrekî de detaya ku bal dikişand dijmintiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hember jinê radixe ber çavan. Çeteyan ku gule berdana rûyê jinê yê di wêne de, şervanekî YPG’ê ji me re wiha dibêje, “Lewma em dibêjin, berxwedana Kobanê berxwedana jinê ye” û bi awayekî kurt berxwedana destanî vedibêje.
(zt)

