5 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin

10:49

 


JINHA


KOBANÊ – Di çarçoveya operasyona paqijkirina kantona Kobanê de, 5 gundên din jî ji çeteyan hatin paqijkirin.


Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê dane, şervanên YPG’ê şevê din li rojavayê Kobanê 5 gundên Sifteka Başûr, Siftika Bakur, Siftina Rojava, Şikeft û Dolê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin. Her wiha li başûrê herêmê jî şervanên YPG’ê li gundê Êdiqo li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 11 çete hatin kuştin.


Şervanan li rojahilatê herêmê jî li ser riya Tilhacib li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî tirimpêleke çeteyan tevî çeteyên têde bûn, hate rûxandin. Derbarê hejmara kuştiyên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.


(zt)