Ji sînorê sûnî Kobaniya Azad hat silavkirin
12:44
JINHA
RIHA - Şervanên YPG û YPJ’ê û berxwedana wan a mezin li gundên sînor hat silavkirin.
Berxwedana Kobanê ya ku ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve hat azadkirin di roja 139’emîn de li gundê Mehser û Miseynterê bi zincîra mirovahiyê ya hat avakirin hat silavkirin. Berxwedêrên sînor ên di zincîra mirovahiyê de li gundê Miseynterê hatin cem hev alên PKK, KCK, YPG û YDG-H’ê hildan.
Berxwedêran berê xwe dan Kobanê û dirûşmên, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bijî azadiya Kobanê’, ‘Bijî Serok Apo’ berzkirin û hewl dan dengê xwe bigihînin Kobanê. 130 endamên Desteya Rêveberiya Navendî, serokên giştî, serokên 43 şaxan û Meclîsa Giştî ya Tum Bel-Senê tevlî bûn. Tevî baran û hewaya sar bi sedan welatiyên destê hev girtin, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêz girtin û bi dirûşman azadiya mezin a dîrokî silav kirin.
Piştî zincîra mirovahiyê berxwedêrên sînor li gund paqijiya derdorê kirin.
(zt)

