Ji KJK’ê bo Zeynep Celaliyan banga lezgîn
13:01
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK’ê der barê Zeynep Celaliyan de daxuyaniyek da û wiha got: “Jina qehreman a Kurd Zeynep Celaliyan ku li dijî her cure teslîmgirtin û çewisandinê li be rxwe daye û ji çanda berxwedana gelê me ya Rojhilatê Kurdistanê gihaye, di rastiyê de ji bo daxwaz û hesreta gelê xwe bibe bersiv têkoşiyeye. Ji bo pirsgirêka tenduristiyê ya Zeynep bilez bê çareserkirin di serî de jin, hemû gelê me û raya giştî ya demokratîk divê demildest bikevin nava çalakiyê.”
Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku rejîma dewleta Îranê bi salan e, îşkenceyên xwe yên psîkolojîk û fizîkî yên herî hov li ser girtiyan û girtîgehan didomîne. Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku ji ber vê sedemê şert û mercên tenduristî û jiyana girtiyan her diçe giran dibe û wiha got: “Rewşa Zeynep Celaliyan ku bi dehan salan e di bin zextên faşîzan ên dewleta Îranê de girtiye, ji ber van sedeman her diçe xerabtir dibe. Zeynep ku çavekî xwe winda kiriye, niha rîska ku çavê xwe yê din winda bike heye. Tevî hemû hewldanên malbata wê û aliyên demokratîk rejîma Îranê di van polîtîkayên xwe yên faşîzan û pêkanînên xwe şûnde gav navêtiye û di rewşa girtiyên nexweş de sererastbûnek cidî nekiriye. Zeynep ku roj bi roj rewşa wê giran dibe, divê ji bo dermankirinê şert û mercên wê bên başkirin.
‘Emê ji bo encamgirtina kampanyayê çalakiyan pêşbixin’
Jina qehreman a Kurd Zeynep Celaliyan ku li dijî her cure teslîmgirtin û çewisandinê li ber xwe daye û ji çanda berxwedana gelê me ya Rojhilatê Kurdistanê gihaye, di rastiyê de ji bo daxwaz û hesreta gelê xwe bibe bersiv têkoşiyeye, divê demildest ji bo pirsgirêka wê ya tenduristiyê di serî de jin û hemû gelê me û raya giştî ya demokratîk bikevin nava çalakiyan. Saziyên mafê mirovan, sazî û tevgerên jinan, rêxistinên civaka sivîl, sazî û desteyên di mijara mafê mirovan de berpirsin, divê ji bo Zeynep bikevin nava hewldanan û bertekên xwe nîşan bidin. Li ser vî esasî di serî de jin û hemû gelê me, aliyên demokratîk xwedî li kampanyaya ji bo Zeynep Celaliyan hatiye destpêkirin derkevin û heta encama kampanyayê bê girtin çalakiyên xwe pêş bixin.”
(zt)

