Dê 5 hezar jin li hemberî şidetê bistirin
14:29
JINHA
ANTALYA – Ji bol i hemberî şidetê avakirina ferqêdebûnê dê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Antalya 5 hezar jin bi yek dengî sitiranan bêjin.
Ji bo li heberî şideta ser jinan di ferqêdebûnê zêde bikin jin îmza di avêjin binê gelek çalakiyan. Li Antalya amadekariyên koroya mezin ya jinan ya ku dê ji 5 hezar jinan pêkbê tê kirin. Bi alîkariya Şaredariya Muratpaşa amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê kirin. Girêdayî xebatên xwe yên koroya 8’ê Adarê Hilal Nesin diyar kir ku dê jinên nava koroyê de cîh bigirin li salonên gundacw dest bi pirovayên xwe bikin. Hilal da zanîn ku koroya wan bi alîkariya gelek saziyên civakî pêktê û dê di 8’ê Adarê de 5 hezar jin li hev bicivin û li qadek mezin bi yek dengî li hemberî şidetê sitiranan bêjin.
Hilan dazanîn ku wan xwestiye bi koroya xwe ya mezin balêbikişîne ser şideta ser jinan û wiha got: “Dê wê rojê jin bi sitiranên xwe ji hemû şêweyên şidetê re bêjin na. Em weke sazî û rêxistinên civakî bi hev renin.
(zt)

