Kongra DOKH’ê ya dîrokî despêkir

15:09

 


JINHA


AMED – DOKH’ê 1’emîn Kongra xwe bi beşdarbûna bi hezaran jinan despêkir. Axaftina vekirnê ji aliyê Aktîvîsta DOKH’ê Mekiye Karagoz ve hat kirin. Mekiye di despêka axaftina xwe de Sakîne Cansiz bibîr anî û got: “Emê weke jinên Kurdistanî li hemberî polîtîkaya qirêj çawan tekoşîna xwe bilind bikin bi wê armancê me pêdivî bi kongrê dît. Ji xwe tekoşîna jinan hişmendiya deshilatiya mêran şikandiye.”


Tevgera Demokratîk û Azad a Jinan(DOKH)’ê 1. Kongreya xwe bi beşdarbûna 501 delegeyên jin ji her çar aliyê cihanê li Amedê dest pêkir. Ji bo beşdarî Kongreya DOKH’ê ya ku bi dirûşmeya ‘Bi jina ku ber bi azadiyê ve dimeşe ber bi Netewa demokratîk’ pêkhat, ji her çar parçeyên Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat jin hatin Amedê. Jin ji serê sibê ve ji bo beşdarî Kongreyê bibin, hatin salona sporê ya Kayapinarê. Ekîbên parastinê ewlekariya Kongrê girtin. Li ber deriyê ketina salonê li ser maseyan kartên mêhvan û delegeyan hate danîn. Her wuha elaqeyek mezin a çapemeniyê jî heye. Jin bi cilên xwe yên netewî û rengîn beşdarî Kongreyê bûn. 


Jinên pêşeng nehatin ji bîrkirin


Li salona Kogrê wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Arîn Mîrkan, Denîz Firat, Kader Ortakaya, Zeyneb Kinacî, Sema Yuce, Ayşê Şan, Zarîfe, Leyla Qasim  û li gel xwîşkên Mîrabel, wêneyê gelek jinên pêşeng ê tekoşîna jinan hate daliqandin. Salon bi rengê kesk, sor, zer, spî û mor hate xemilandin. Di salonê de pankartên bi zimanê Kurdî-Zazakî û kurdî û tirkî dirûşmeya ‘Em  bi jina azad Netewa demokratîk ava dikin’ hate nivîsandin. Her wuha di ketina Salonê de li gel wêneyê Sakîne Cansiz defterek jî hate danîn ku jin nêrînên xwe di vê defterê de binivîsin. Her wuha di 3 ekranê LED de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku heta niha hatiye kişandin, tê nîşandan. Di Kogreyê de stranên berxwedaniya YPG/YPJ’ê jî tê guhdarkirin. 


Ji çar aliyê cihanê jin beşdarî Kongreyê bûn


Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, Endama Yekîtiya Star ji Kantona Efrînê Vahîde Mihemed Xelîl, Seroka peywendiya Kobanê Şervîn Mehmûd, Endama rêveberiya RJAK’ê Sinor Kerîm, Ji jinên Êzidî Meryem Aslan, ji Meşa jinên cihanê(DKY) Nûnera Ereb û rojhilata Navîn, Souad Mehmûd, ji Tûnisê parêzer Basma Belaid, Parlamentera ANC Vuyiwe Hani, Parlamentera Katalan Isabel Valet, Rêxistina ciwanan a SYRIZA û jinên parlamenterên HDP’ê, Hevserokên jin ên şaredariyên DBP’ê, Hevseroka DTK’yê Selam Irmak, Hevseroka giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, Akademisyena kar û barê aştiyê Nuket Sîrman, Nazan Ustundag, Ji Dayikên Şemiyê Cemîle Akgun, Sakîne Guven, Hevseroka giştî ya KESK’ê Beyaz Ustun, Kayuş Çalikman Gafrilof, Gulsum Agaoglu, Gulten Kaya, Rahşan Anter, Benazîr Coşkun, Muge Yaman Yilmaz û gelek rêxistinên jinan ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. 


Kongrê hemû jinên berxwedêr bi bîranî


Bi ketina salonê ya Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah bi çepik û tilîliyan dirûşmeya Bijî YPJ’ê hate avêtin. Beriya destpêkirina Kongrê endama DOKH’ê Sevê Demir diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de der derbas dibin. Demir bi silavkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ew li hember Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez her wuha di kesayeta Kader Ortakaya de li hember hemû şehîdan bejna xwe ditewînin û wuha berdewam kir: “Em vê Kongreyê diyarî jinên ku di tekoşîna azadiyê de heta nefesa dawî canê xwe dane û hemû jinên berxwedêr û kedkar dikin. 


Feleknas Uca: Emê tekoşîna we bi serkeftinê bi encam bikin


Piştî axaftina Sevê, kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreş û demokrasiyê dest pêkir. Feleknas Uca, Yurdusev Ozsokmenler, Aysel Tugluk, Sara Aktaş û Cihan Ekîn wek dîvan hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîvanê, Endama Dîvana Serokatiya DTK’ê Feleknas Uca bi gotina ku li Rojhilata Navîn dîrok carekedin tê nivîsandin diyar kir: “Jin ji gelek qirkirinan ve derbas bûn. Lê belê em dikarin mizginî bidin hemû jinên Rojhilata Navîn û cihanê ku me berhemên tekoşîna xwe hilgirt. Jinên kurd îro tekoşîna xwe ya birêxstinkirî bilind û mezintir dike. Em dibêjin ku ji Bêrîvanan heta Sakîneyan, ji Bêrîtanan heta Zîlanan û heta Kader Ortakayayan, hûn asûde bin, bila çavê we li dawiyê nemîne, em wek jinên kurd tekoşîna we serkeftinê bi encam dikin.”


‘Lîstokên qirêj vala hatin derxistin’


Axaftina vekirinê Aktîvîsta DOKH’ê Melîke Karagoz kir. Melîke di serê axaftina xwe de berxwedêrên li hember DAIŞ’ê û Rêberê PKK’ê Abduullah Ocalan silav kir û got: “Di Rojhilata Navîn de şereke dijwar tê meşandin. Li Rojava û bi taybet li Kobanê li hember vê yekê tekoşînek ciddî tê kirin. berxwedaniya Kobanê ji hemû cihanê re hatiye îspatkirin û ev lîstokên qirêj vala hatin derxistin. Lê hêjî tehlûke berdewam dike. me ji bo ku çawa li hember van lîstokan bisekinin û çi xebatekî bimeşînin, Kongre çêkir.” Melîke got ku yekemîn rêxistina jinê bi pêşengiya Sakîne Cansiz hate avakirin û wuha axivî: “Jinên kurd di tekoşîna cihanê de ciheke birêxistinkirî girtiye. Jinan bi rolgiritin di hemû qadên jiyanê de hem tekoşîna siyasî hem jî ya rêxistinî û bîrdozî pêş xistine. Tekoşîna jinan feraseta desthilatdar a mêr têk biriye.”


‘Wê bibe bersivek ji serkeftina Rojhilata Navîn re’


Melîke axaftina xwe wuha berdewam kir: “Jinên kurd di sala 1997’an de wek serokê şaredariyê hatin hilbijartin û bi vî awayî li gel kotaya cins pêş ket û karîn tevlîbûneke aktîf di qada siyasetê de bikin. jina kurd bi vê yekê jî qayîl nebûn û gavên pêşdetir di warê rêxsistinî de avêtin û pergal jî neçarî avêtina hinek gavan kir. jinên kurd di sala 1997’an xwe wek DOHK birêxstin kir. jinan bi rêxistinkirina komûn û meclîsan tekoşînek ciddî birêve birin. Jinan bi tekoşîna xwe ya azadiyê bi jinên Rojhilata Navîn û cihanê re hatine gel  hev. Her wuha jin ji bo kongreya netewî bûne xwedî gotin. DOKH’ê di nava jinên Rojhilata Navîn û cihanê de rola xwe ya pêşeng bicih aniye. li ser van bingehan di rewşeke ku em ber bi kongreyê ve diçin, rêxistiniya jinan me bi hêvî dike. her wuha jinan li hember hêzên paşverû jî tekoşîn kirin. me wek jinên kurd biryara çêbûna kongreya netewî da ku ev yek jî li ser paradîgmaya Konfedarlîzmê pêş ket. em xwedî mîrateyeke girîngin. Bi hezaran şehîd, xebatkar, berxwedêrên me hene. Em jinê ku canê xwe di oxira vê tekoşînê de dane, jinên li zindan û li çiyan silav dikin. em bawer dikin ku bi vê kongreyê ji vir û şûnve em rola xwe ya dîrokî bicih bînin û jinan azad bikin. her wuha em di wê baweriyê de ne ku wê ev kongre bibe bersiva serkeftina Rojhilata Navîn.” 


Di Kongrê de Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah Û Hevseroka DTK’yê Selma Irmak jî axivîn. 
(zt)