Ji bo xwendekaran karname hatin amadekirin
17:46
JINHA
RIHA - Mamosteyên zimanê Kurdî yên di nava konbajarên ji aliyê şaredariya Pîrsusê ve hatin vekirin de perwerdê didin ji bo dewra yekem karname amadekirin. Mamosteyan da zanîn ku ji bo diyarkirina pêşketina zaroka bidin xuyakirin ev karname amadekirine.
Di Konbajarên ji aliye şaredariya Pîrsusê ve hatin vekirin de xebatên perwerdê didomin. Ji bo xwendekarên dewreya yekem qedandî ji aliyê mamosteyên zimanê kurdî ve karname hatin amadekirin. Mamosteyan gotin ku ev cara yekeme dê karnameya amade bikin û ji ber wê jî heyecanek mezin dijîn. Her wiha mamosteya da zanîn dewreya yekem pir serkeftî bû û ji ber wê çendê jî pir keyfxweşin.
‘Roja duşemê dê karname bên belavkirin’
Mamosteya zimanê kurdî Xanim Mistê (20) got ku armanca wan keyfxweşiyê carek din bikin hindirê zarokane û wiha domand: “ Me hez kir ku zaroka ji deruniya penabertiyê derbixin û di vê çarçoveyê de di dersên xwe baş bi şopînin û her wiha di ezmunên xwe de serkeftî bin. Ji bo karnameya me komîyonek avakir û hinek hevalên me karnameyan dinivîsin, hinek mohrê li ser didin û hew. Di roja duşemê de jî xwendekarên me yên li konbajarên Pîrsusê emê karnameyên xwe belav bikin. Destpêkê me hinek zehmetî jiyan lê herî zêde em li ser deruniya penabertiyê rawestiyan û me hez dikir ku zarok her tim pênûs û lênûskên xwe ve mijul bibin. Ez ji bo hemû xwendekaran serkeftinê dixwazim.”
‘Ji bo malbatan jî me karname amadekirin’
Mamosteya zimanê kurdî Rodîn Mihyeddîn (20) da zanîn ku wan ji bo malbatan jî karnameyek amadekiriye û wiha axivî: “ Dema ku me karname belavkirin her wiha ji bo xwestek, fikr û ramanên malbatan jî me karnameyek amadekiriye. Xwendekar dibe malbata xwe û nêrînên xwe ji me re dinivîsin. Em bi vê yekê ve hem xwe kontrol dikin hem jî pêşketina zarokan bi çavê malbatê ve pê agahdar dibin. Dema ku em li Rojava jî me wiha amadedikir û ew pergal li vir jî didome. Ji bo hemû xwendekaran serkeftinê dixwazim.”
(kom/zt)

